118
simurg56 (2016.09.16)
ajanê ciwan yê FBIyê Clarice Starling tê peywirdarkirin ku jineke wenda bibîne ku wê jinê ji destên rêze-kujerek hov, xelas bike. ji bo ku himendiya vî kujerê fêhm bike û wî bigire, diçe cem rêze-kujerek din yên girtî: Hannibal Lecter'ê ku berê psîkanalîstek navdar bûye.
. Fîlmek ji cûreya tawan, dram û rageşîye. Sala 1991’ê de ketiye vîzyonê. Fîlm sala 1992’yan de li 7 qadên oscarê de berbijar hatiye nîşandan. Ji wan qadan fîlmek herî xweş û senaryoya herî xweş hatibû bijartin. Derhênerê fîlmê jonathan demme ye. Sereke fîlmê de anthony hopkîns heye û bi lîstikvaniya xwe fîlm xweştir dike. Min pêşî fîlma wî ya fracture temaşe kiribû. Piştî min biryar da hemû fîlmê wî wê temaşe bikim. Piraniya fîlmên anthony nepen û rageşî ne. Yê ku ji wan cûreya hez dikin bila haya ji xwe re bigrin. |
|