Filmeke li ser evîneke di dema qeyrana ekonomîk a yunanistanêde dibore ye. Bi awayeke cuda li vê evînê dinêre û du vebijêrkan pêşkêşî te dike. Du îhtîmalên ji pêkhatinê ne dur mirovî dibe ku derê peşkêş dike.
Array. Filmek xweş bû. dema min nêrî filmê yewnanan e min xwest guhdarî bikim. Ji ber ku filmên ne ji holywoodê bin, ji mirov re cûda tê û mirov zêdetir diecibîne gelek caran.
Mijara filmê klasîk e lê awayê girtina filmê hinek cûda ye. Carinan serê mirov tevlihev dibe.
Film ne dirêj e û baş diherike. Bêhna mirov teng nabe.
Min bi giştî jê hez kir.
Puana min jê re : 74
Array. Filma 2012an li yewnanîstanê hatî kişandin, ji aliyê Christoforos Papakaliatis ve hatî nivîsîn û disa bi heman kesî ve serlehengî hatî kirin. Puana wê ya imdbê 7/10 e. Bawerim ji bo vî filmî hindik e. Senaryo baş hatiye honandin û rê dide mirov ku li ser bifikire. Tişta herî giring ew e ku behsa hêza guherîna tiştên biçuk a li jiyana mirovî de dike;
spoilerê veke
serlehengê me li mala xwe runiştiye û kuçikê wî yê pir jê hez dike dixwaze derkeve û li derve bimîze. Li vir du vebijêrk derdikevin pêşiya me; yek jê serlehengê me kuçikê xwe dibe û qezayek trafîqê pêk tê kuçikê wî birîndar dibe û ya dinde kuçikê xwe li baxçeya xwe kilît dike ku li wir bimîze û vê carê jî dix dikevin malê, li wî dixin û wî birîndar dikin. Ji vit pê ve film li ser herdu ixtîmalan pê ve diçe û mirov dibîne ka kîjan ixtîmal buya wê çawa buya.
Bi senaryoya baş honandî valahî di navbera buyerande namîne. Bi du ixtîmalên ne ji jiyanê dur û pir caran li hev rast tên, tê dîtin ku jiyan çiqas li ser ixtîmalan ava buye û giringiya biryarên mirovî çiqasî bandoreke jêveneger li jiyanê dike.
Werhasil kêfa min pir jê re hatê û puana min 89/100 e. Here lînkê