Janet Scott Batchler Lee Batchler
105
Aksîyon Macera dram dîrok romantîzm
simurg56 (2015.01.13)
tekane zarokê ku ji êrîşa roma ya li ser Keltan, xelas bûye. piştî salan dîsa dikeve destê desthilatdaran. teqîna volkanîk ya mezin ya çiyayê ku serdestî bajêr e, ji bo mîlo (zarokê ji şer xelasbûyî) belkî tekane şensek be ji bo tolhildan û evînê.
. fîlmeke nû ye, îsal (2014) ketiye vîzyonê. flîm seetek û 44 xulek e. herdu lîstikvanên wê yên sereke Kit Harington û Emily Browning in. beriya zayînê di sala 79an de volqana vesuvius diteqe û bajar di bin agirê volqanê de dimîne û her tişt tune dibe. flîm li ser vê mijara dîrokî ye. di fîlmê de qala zilm û zordarî û koledarîya împaratoriya romayê tê kirin. roma ev bajarê komir û bazirganîyê kiriye bindestê xwe û di gel vê jî zilmê li gel dike. gelê li wir li dijî romayê ye. di gel van jî behsa evîna milo û flavia tê kirin. fîlmeke baş e, divê bê darîkirin. |
|