the hobbit: the battle of the five armies

 Peter Jackson

 Fran Walsh Philippa Boyens

 2014


 amerîka nû zelenda

 Îngîlîzî

 144

 fantazî macera

  (1970.01.01)

 simurg56 (2015.01.13)

 sêyemîn û dawîn fîlma rêzefîlma hobbitan. şerên navxweyî yên di navbera gelên dinyaya navîn ku piştî rizgarkirina çiyayê tenê û talûkeya ejderhaya ji wir hati derxistin.


the hobbit: the battle of the five armies - Tirşik

the hobbit: the battle of the five armies


. fîlma dawîn ya trîlojiya fîlma the hobbit e.. fîlma pêşîn; the hobbit: an unexpected journey (2012) fîlma duyem; the hobbit the desolation of smaug (2013) bû.. wekê fîlmên din yên vê seriyê ev fîlm jî bi derhêneriya Peter Jackson hatiye çêkirin û çîroka xwe jî wekê fîlmên din ji pirtûka j. r. r. tolkien ya bi navê the hobbit wergirtiye.. fîlm ne ew qasî baş e lê ne xirab e jî, yanî wextê mirov hebe li ber dikeve ku mirov berê xwe bidiyê an bi qewlê toriyan lê bihesîne, di fîlmê de dîmenên ji dinyaya naverast meyl û mereqa mirov dikişîne erê lê tu orjînalîteya senaryo û çîroka fîlmê nîne, sehneyên aksiyonê j tamê derxistine, yanî bifikirin ku hobîtek bi wê qama xwe ya ku bostek tê heye ya tê nîne bi kuçan orkan dikuje, erd ji binê piyê legolas dixişike lê legolas nakeve, sehneyên bi vî rengî ne di vê fîlmê lê di fîlmeke din de bûna bawerim xelkê bi rexneyan tu sitar û mehwar li ber nedihêliştin..

belkî spoiler belkî ne?
navê fîlme bi kurmancî şerê pênc artêşan e, ji van pênc artêşan wate û mebest, yek artêşa elfan, yek ya mirovan, yek ya cûceyan, yek ya orkan e û ya pêncê ya kê ye dikim û nakim bi ser ve nabim.. di dawiya fîlma didoyê de cûceyan ji bo axa kalikên xwe (kele-çiya) ji dest ejderha derxînin hatibûn şerê ejderha, û eger ne şaş bim ejderha birîndar kiribûn, neyse di destpêka fîlmê de ejderha tê bajarokê nêzikê kelehê ku mirovên ji rêzê lê niştecih in û li bajarok tê xezebê, agir bi ser bajarok de dirijîne, kuç li ser kuçê nahêle lê di dawiyê de yek derdiekeve ser kûleya bajêr û bi tîrekî ejderha dikuje, axirê ejderha tê kuştin lê bajarok jî wêran bûye, û pêşÎ li xelkê zivistan e, ji xwe di fîlma didoyê de mirovan û cûceyan peyman danîbûn ku di berdêla alîkariyê de cûce wê beşekî ji zêrên di binê keleha cûceyan de li nav mirovan belav bikin, axirê mirov hemû dikevin ser rê hem ji bo heta zivistan bibore li çiyê biêwirin û hem jî ji bo zêrên heqê xwe bistînin, di rê de liqay artêşa elfan têne, artêşa elfan jî piştî ku seh kiriye ejderha sekitiye ew jî ketine pey zêrên kalikên xwe yên li binê keleha cûceyan.. axirê herdu kom û artêş tên pêşiya keleha cûceyan û ji qralê cûceyan zêrên heqê xwe dixwazin, lê qralê cûceyan bi nexweşiya ejderhayê ketiye, ji işqa zêran tu kesî nas nake êdî, soz û peymana berê ya ligel mirovan û elfan danî qebûl nake û li ber dana zêran nayê, neyse herkesî şûrê xwe hilaniye de bikevin singa hev tam wê gavê pismamê qralê cûceyan ligel artêşa xwe ji bo piştgiriyê tê ber devê kelehê, dîsa herkes şûrê xwe dikişîne lê hêj bi hev neketîn îcar jî sauron û artêşa orkan bi hêzeke mezin çarnikarê çiyê û kelehê vedigirin..



Array. fîlma dawîn ya tîrolojîya hobbitê û fîlma dawin ya maceraya dinyaya navîn e.

min vê fîlmê, di sînemaya primemallê bi 3d û dublaja tirkî, temaşe kir. di eslê xwe de ez qet bi dublaj li fîlman temaşe nakim û ji 3d jî hez nakim. lê mixabin ji ber keçika xwe ya biçûk min encax karîbû ji vê seansê re bîlêt bistînim. 3d'ya fîlmê komple rizalet bû, min 3d'yek wisa bêxêr nedîtibû. nizanim ji ber salona sînemayê bû an na lê ecêb xerab bû. gelek caran min berçavka 3d ji çavên xwe derxist û bi çavên rût li wê dîmena şêlû temaşe kir. jixwe ji ber keçika xwe ez neçar mam ku berî ku fîlmê biqedînim, sînemayê biterikînim. neyse, min dawiya fîlmê li malê bi kalîteya 480p temaşe kir.

senaryoya fîlmê normal bû. ger berî vê rêza hobbitan, lotr nebûya, îhtîmalek mezin min ê qet li vê fîlmê temaşe nekira. li gorî her du fîlmên din yên vê rêza fîlman, ji ber ku sahneyên şer zêdetir bûn, xweştir bû.

berevajî 5 fîlmên berê xwe, tê de vê carê bêmantiqî zehftir bûn.
--- spoiler ---
weke mînak, di sahneyekê de legolas li ser kevirek mezin şer dike. paşê ew kevir parçe parçe dibe û ew jî li ser vî kevirî, bi hev re dest bi ketinê dikin. lê legolas efendî ku di tevahiya vê rêzefîlmê de piştî gandalf, zilamê min yê duyem e, pêl li parçeyên keviran yên ku ew jî bi wî re dikevin, dike û mîna ku li ser merdîwanek be hil dibe jor û xwe xelas dike.
bi qasê dizanim, tiştekî wisa ne pêkan e. wextê ku legolas û kevir bi hev re dikevin, ji bo ku legolas bikare bi dehdana keviran ji xwe re enerjîyek ku wî hilkişîne jor biafirîne, pêwist e legolas wî kevîrî bi quwetek ewqas mezin dehf bide û divê ew kevir bi dehfdana wî bi lezek ewqas mezin ber bi jêr ve were dehfdan ku divê ew kevîr ji fîşekek jî leztir be.
(bnr: momentum)
lê wisa nabe, mîna ku ew kevir ne li hewa bin, bi halê xwe yê berê ketina xwe didomînin.
--- spoiler ---



Array. http://www.tirsik.net/film.php?film=111






  • the hobbit: the battle of the five armies0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 63.8
(imdb: 7.4)
pûanê bide fîlmê: