[I] (hevîr û hwd) hasilkirin [II] kilam, goranî
(navdêr, mê) gotinên ku li gel muzîkê tên gotin: Şivan Perwer stranan dibêje. Stranên Eyşeşanê xweş in. Ez ê li sazê bidim û tu jî stranekê bibêje.. Herwiha: sitiran, sitran, stiran. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: ستران. Hevwate: goranî, kilam, miqam. Bide ber: awaz, helbest, muzîk. ji: Ji Proto-hindûewropî ḱlew- (bihîstin, guh lê bûn), hevreha strîn (stran gotin) ya kurdî, sraweyye- (ragihandin, bi deng xwendin) ya avestayî û surûden (strandin, kirin stran, bi strankî gotin) ya farisî (> sirûd), श्रोत्र (śrōtra-: guh), श्रुत (śrutá-: bihîst) û शृणोति (śr̥ṇṓti: dibihîze) श्रोमत (śrómata-: navdarî), श्रव (śráva: pesn, meth, sena) yên sanskrîtî, rusî слава (pesn, meth, sena), inglîzî hear (bihîstin, guh lê bûn) û loud (dengê bilind) e.. Bikaranîn: Lêker: stran bûn, stran kirin. Navdêr: stranbûn, strankirin Rengdêr: stranbûyî, strankirî. jê: stranane, strandin, stranbêj, stranbêjî, stranî, strankî, strîn
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.