destpêka rojê; elind, berbang
(navdêr, mê) destpêka rojê, dema roj hiltê, dema mirov ji xewê şiyar dibin: Ji spêdeya zû ve me dest bi kar kiriye.. Herwiha: sipeyde sipêde speyde. Hevwate: berbang beyan beyanî serê sibê sibe sibbeyanî sihar şefeq sibeng. Dijwate: êvar. ji: hevreha pehlewî spêtek, jiari, têkildarî spî ku bi pehlewî spêd û bi avestayî speête bû û bi farisî sepîd/sipîd/sefîd/sifîd e. Ji Proto-hindûewropî ḱweyt- (biriqîn, geş bûn) (kw- ya proto-hindûewropî di zimanên arî dibe çv, dûv re sv û taliyê sp), Proto-aryayî spêt-. Bo zêdetir agahiyan binere spî. Lê dikare ji zimanekî samî jî be, bo nimûne akadî ṣippar(r)ātu.. jê: spêdeyan pêdeyane spêdeyî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.