ehd, yêmîn, qesem *“derewîn, pir sonda dixwin”
(navdêr, mê) qesem, dirametî, soz, ehd, sond xwarin (gotin bi Xwedê yan bi Quran yan bi serê filankesê/î). Herwiha: sûnd, swînd, sînd. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: سۆند. Bide ber: ehd, soz. Bikaranîn: Lêker: sond xwarin. Navdêr: sondxwarin Rengdêr: sondxwarî. ji: hevreha soranî سوێن (swên)/سوێند (swênd), zazakî sond, farisî سوگند (sogend), pehlewî sokend, sanskrîtî sver-, inglîzî swear, almanî schwören, swêdî svära, danmarkî sværge, norwecî sverge, hemû ji Proto-hindûewropî swer- (axivîn, gotin). Bi giştî sw- ya Proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe xw-/xv-. Di avestayî de ev peyv wisa ye: xvar- lê nayê zanîn ka çima di zimanên din yên îranî de s di vê peyvê de hatiye parastin. Peyva soz çendî ku bi ser ve bişibe peyva sond jî, ne hevreha wê ye: soz ji söz (gotin, peyv) ya tirkî ye.Herwiha tê gotin ku navê gihayekî pirr tal e, kesê ku hez dike sozê tiştekî bide û jê venegere dibêjim ez sond bixwim ku ezê ya kuı min gotî bikim. Ango jı gihayê sogendê hatiye. Proto-hindûewropî: swer- (sond xwarin), Proto-aryayî: hwer (sond xwarin) Avestayî: xvār- Pûnjabî: sognd Middle Persian: sokend, sogdî: swkent Farisî: sowgend pe: sogin Kurmancî: sond, sûnd Kurdî (Soranî): swênd Zazakî: sond Sanskrîtî: svar- Almanî: schwören ((sond xwarin) Înglîzî: swear (sond xwarin), Çavkanî: Cheung p.149, Watkins p.88, Etymonline. jê: sondî, sondxwarî, sondxwer, sondxwerî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.