qutiya ku kel û mel tê de tên parastin
(navdêr, mê) dolab, berkêşk, qutî, sabat, mîkab, amanek bi piranî darîn yan kartonî û çarçuh û biqepax e û bo parastina tiştan tê de tê bikaranîn, çekmeçe, qemsor. Herwiha: sandoq, sendoq. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: سندۆق. ji: ji erebî صندوق (șundûq) jiarami צנדוקא (șindûqa) ji yunanî συνθήκη (sunthêkê: berhevok, komik) ji συντίθημι (suntîthêmi: kom kirin, danîn ser/rex hev) ji συν (sun: hev) + τίθημι (tîthêmi: danîn) ji Proto-hindûewropî dʰédʰeh₁- (dadine) ku rehê dema niha ji lêkera dʰeh₁- (danîn) e ku herwiha serekaniya pêşlêkera/preverba kurdî da- ye ku liva ber bi jêr ve diyar dike. Di yûnaniya niha de peyva συνθήκη (sunthîki) wateya peyman, eqdê dide anku berhevoka bendan/şertan.. jê: sindoqî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.