silav kelimesinin kurmancî anlamı

silav


selam, pate *“silav li miyan e, ne li rûyan e”
1. merhebayî (navdêr, mê) yek yan çend gotinên xweş û şirîn yên kesek dibêje bi taybetî dema kesekê/î dibîne yan jî dest bi axiftinekê dike (wek merheba, rojbaş, bi xêr hatî û hwd.), peyamek ji gotinên xweş pêkhatî ya ji kesekê/î yan aliyekî re tê şandin Silavên gelek partiyan di salvegerra wê partiyê de hatin xwendin. gotinek silavkirinê ye: Silav, hûn çawan in?.
Herwiha: selav selam silam slav slam silaf slaf.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: سلاڤ/سڵاڤ.
Bikaranîn: silav(î kesekê/î) kirin silav dan (kesekê/î) silav hinartin/şandin/bi rê kirinHin silav elo êvarbaş helo merheba rojbaş silav spêdebaş şevbaş sibengbaş sivingbaş berbangbaş berêvarbaş dembaş heyambaş.
ji: ji erebî سلام (selam: silav, selam, aştî), hevreha aramî ܫܠܡܐ (şilama), îbrî שלום (şalom), akadî šalāmu, geezî ሰላም (sälam), tigrînî ሰላም (sälam), ugarîtî š-l-m... hemû ji proto-samî šalām-. Di kurdî de hê jî di hin devokan de li cihê silavê silam yan selam tê gotin (hem bi maneya merheba! û hem jî bi wateya merhebayî, silavdan, silavkirin, silavlêkirinê. Bi heman maneyan di farisî de jî wek selam tê bikaranîn. -m- ya proto-hindûewropî û proto-aryayî û hevreha peyvên kurdî di zimanên lêzim de gelek caran di kurmancî de dibe v: nam ya farisî û nav ya kurmancî, gam ya zazakî û gav ya kurmancî, gom ya ermenî û gov ya kurmancî. -e- jî di kurmancî de bi gelemperî vediguhere -i-: behar ya farisî, bihar ya kurmancî, kerden ya farisî, kirin ya kurmancî. Peyvên ku ji mêj ve ji zimanên biyanî hatine deynkirin jî bi heman awayî dengên xwe diguherînin..
: silavker silav kirin silav kirin silavkirî silav(lêker)silav lê kirin silavlêkirin silavlêkirî. Bi soranî: سڵاو/siław


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver