sîl kelimesinin kurmancî anlamı

sîl


nexweşiya xefirxanê
1. jê çûn, neman, paqij bûn sîl bûn, lê neman, jê çûn, paqij bûn: Nivîs ji ser kaxezê sîl bû. (Nivîs li ser kaxezê nema. Nivîs ji ser perrî hat jêbirin/paqijkirin.) sîl kirin, jê birin, jê paqij kirin, lê nehêlan: Min bi jêberkê nivîs ji ser kaxezê sîl kir. (Min nivîs jê bir, jê paqij kir).
ji wêjeyê: Di van salên dawî da, gelek gotar û nivîsên bi zarê Kurdî di rojname, heftename, mehname û kovar û malperên kurdî da belav dibin. Eve jî nîsana serkeftinek neteweyî ye, hinava mirov vedihesîne, dilê mera sadike û hîviyêd kurdistaniyan bi manda gelê wan mestir dike. Nema zimanê dayik û bavan ji nav zimanên mirovatiyê sîl dibe, û gava zimanek bimîne, neteweya ku pê dipeyive jî dimîne, naye pisaftin û windakirin. Ghandî yê Hindî, ku mirovekî zana û mestirîn rêberê Hindistanê bû, gotibû, ku ew gelê zimanê xwe diparize, kilîtê zindana xwe bi dest xwe xistiye, çi demê bixwaze, dikare ji wê zindanê derkeve..
ji: jitirki sil ji silmek.
: sîlbar, sîlbarî, sîlber, sîlberî, sîl bûn, sîlbûn, sîlbûyî, sîlker, sîlkerk, sîl kirin, sîlkirin, sîlkirî 2. lêdana bi destî. Binêre;, sîle


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver