sêv kelimesinin kurmancî anlamı

sêv


cureyekî mêweyan e *“heta ku sêv bi darê ve be, dê her kes keviran bavêjê”
(navdêr, mê) darek e û fêkiyê wê ye, fêkiyê wê mîna gogekê ye û hindî mistekê mezin e, rengê wê bi gelemperî sor yan kesk ecurên sêvan, sêva çalê (tama wan ne xweş e. çal dikin, piştê çal derxistinê tama wî xweş dibe), sêva payîzî (libhûr e, spî ye), sêva teremaxî (libgir û spî ye).
Bide ber: hejîr, hilûk, hinar, încaz, mijmij, pirteqal, tirî, xox, zebeş.
ji: Ji Proto-aryayî, hevreha sêw ya soranî, hewramî saw, zazakî sa, say, sawî, سيب (sîb) ya farisî, سوپ (sop) ya belûçî, pehlewî sêp, सेवि (sêvî) ya sanskrîtî..
: darsêv, sêvsêvok, sêva bin erd.
ji wêjeyê: Di çîroka Bûka Aqil de, vê carê bûkek tîne yek û yek gazî bîst kesan dike, sêvekî dike cêbên wan, her yekî re jî dibêje >>ez te hez dikim<<. Piştî ew hemû bist kes diçin ji vê bûkê re paletiyê dikin, ew dibêje >>de bixebitin, ez heyrana xortê sêv cêbê de<<. Ji ber ku sêv cêba herkesî de hebûye, hemû bi xireteka mezin ve kar dikin, kar zûtirê diqedînin..
Bi zaravayên kurdî: Kurmancî: sêv, Kurdî (Soranî): sêw, Kurdiya başûr: Lekî: Hewramî: Zazakî:


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver