ser kelimesinin kurmancî anlamı

ser


[I] jor, aliyê jorê, fêz *”li ser berekê pan im, ne ji wan im, ne li wan im” [II] 1. di lêş de kuloxê ku çav, guh, dev û mêjî tê de bicihkirî ne *”seriyî gote ezmanî, heta tu li min xudan î, xweşî nagêhêje giyanî” 2. ji stûyî heta lûtkeya bejnê *”serê keçelan, dikevin paxilên gerdenzeran” [III] cihê bilind, lûtke [IV] mezin, serwer *“serê ku were birîn, nayê kirîn” [V] destpêk
(navdêr, nêr) parçeya jorîn ya leşê mirovan û candarên din (yê mejî, çav, guh, gep, dev û difin lê ne), parçeya herî jorîn ya leşê mirovan û candarên din ya porr ango pirç lê şên dibe, cihê giring, aliyê giring yê tiştekî: Axa li ser odeyê rûniştî bû. aliyê tûj yê tiştekê/î: Serê qelemê xwe tûj kiribû. bilindtirîn cihê tiştekê/î yan derekê: serê çiyayî, lib, heb, dane: 100 ser bizin, destpêk, pêşî: Di serê pirtûka xwe de dibêje ku... rexê jorîn yê tiştekî: li ser banê xanî, cihê destpêkirinê: Kes nizane ka serê vî çemî li kû derê ye!, cihê bidawîhatinê: Em ta serê giravî çûn..
Hevwate: kaf qaf.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: سه‌ر.
Dijwate: binLi gel daçekan bi ser:Bi ser me de hat.bo ser: di ser de: ji ser: li ser:Li gel biwêjan, serî li hevdû pelixandin.
ji: Ji Proto-hindûewropî ḱer-, Proto-aryayî ser-, hevreha serî, strî, strû, şax û sîx yên kurmancî, ser û şax yên zaravayên din yên kurdî û zimanên din yên îranî, sereh ya avestayî, शिरस् (sires: ser) û śŕ̥ṅga (şax) yên sanskrîtî, սար (ser: çiya) ya ermenî, kerewer ya hîtîtî, корова (manga, çêlek) ya rusî, kéras (şax) ya yûnaniya kevn, cornu (şax) ya latînî, horn (şax) ya inglîzî, Hirn (şax) ya almanî... Proto-hindûewropî: ḱer-- (ser, şax), Proto-aryayî: Avestayî: sereh- (ser), srvā- (şax) Middle Persian: ser (ser) Sogdî: sr (ser) Farisî: ser (ser) Belûçî: ser (ser) Osetî: ser (ser) ... ir Kurmancî: ser (ser) Kurdî (Soranî): ser (ser) Hewramî: sere (ser) Zazakî: ser, sere (ser) Sanskrîtî: siras- (ser), srnga (şax) Ermenî: sar- (ser) Yewnanî: karē (ser), karnon (şax) Latînî: cornu (şax) Înglîzî: horn (şax) ... , Çavkanî: Horn p.160, Watkins p.40, MacKenzie P.125, Etymonline.
Bikaranîn: Lêker: ser girtin, ser dan, ser ketin, ser kirin. Navdêr: serketin, serdan, sergirtin, serkirin Rengdêr: serberdayî, serketî, serxwarî, sergirtî.
: bi ser ketin, serbaz, serdar, sereder, serek, sereke, serekî, serhildan, sermiyan, serok, serokwezîr, serperişt, serwezîr


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver