şemî kelimesinin kurmancî anlamı

şemî


roja piştî înê, roja yekemîna a hefteyê
(navdêr, mê) ji rojên hefteyê ya piştî înê û berî yekşemê.
Herwiha: şembî.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: شه‌می.
Hevwate: paşînî, sebtRojên heftayê, şemî, yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pêncşem, în.
ji: Herwiha şembî, hevreha soranî شه‌مه (şeme), farisî شنبه (şembê/şenbê), pehlewî şunbet, hemû jiarami ܫܒܬܐ (şebita - zêdebûna dengê n li peyvên îranî taybetmendiyeke berbelav e: tac > tanc, çok > çong...) jiibrani שבת (şebbaṯ) jiakadi şepettu (roja nîva mehê). Bi rêya cihûtiyê ev peyv wek navê roja karnekirin û paydozê maneya peyva şemî bi piraniya zimanên dinyayê wergirtiye: erebî السبت (es-sebt), ermenî շաբաթ (şabat), romanî sâmbătă, rûsî суббота (subbota), îtalî sabato, portugalî û spanî sábado, fransî samedi, yûnanî Σάββατο (sabbato), indonezî hari sabtu... Bi hin zimanan şemî ne ji vî rehî ye lê bi wan zimanan roja pîroz ya cihûyan bi wê tê binavkirin: inglîzî Sabbath yan Shabbath. Bi mezacî sebat/şebat maneya her dema betaliyê dide. -şem (-şemb) di peyvên yekşem, duşem, sêşem... de jî ji vê ye..
Bi zaravayên kurdî: hewramî: kurmancî: şemî soranî: şemme zazakî: şeme


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver