sava kelimesinin kurmancî anlamı

sava


zarok
(rengdêr) (navdêr) bebik, bîbo, pitik, huto, bebe, bîbî, zarrokên pirr biçûk, zarrokên nûzayî, zarrokên berşîr: Zarrokek sava her roj digirî. tişta/ê hê negihiştiye, tişta/ê di destpêka jiyana xwe de: Demokrasiya wî welatî hê sava ye..
Herwiha: sawa.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: ساڤا.
Bide ber: zava.
Bikaranîn: Rêzimanî: Bi piranî wek rengdêr: zarokên sava Cografî: Kurmanciya Behdînan û belkî hin deverên din jî.
: savatî.
Bi zaravayên kurdî: Kurmancî: sava, Kurdî (Soranî): bebe, Kurdiya başûr: Lekî: Hewramî: Zazakî: pitik/bebek: pitik -e, pit -e, qumatek, -e , zarok: gede (n), geda (m); zak (n), zaka (m); leyîr, -e; doman, -e; qeçek, -e; qic, -e; put, -e; tut, -e; lorik, -e; eyel, -e; mindal, -e ... zarokê pêşî yê malbatê: gilçije (n), gilçija (m); nuxrî (n), pîzeyo verên (n) , zarokê dawî yê malbatê: qulpê peyî (n), (mecazî) efara (m).
ji: hevreha soranî ساوا (sawa), kurdiya başûrî sawa, hevreha ermenî yan . Ji ermenî: զավակ (zavak/zavag: zarrok), bi ermeniya kevn զաւակ (zawak). Eslê peyva ermenî jî baş nayê zanîn. Mimkin e ku ew bi xwe jiari be, têkilî zan, zarrok lê ew jî ne eşkere ye ji ber ku beşa -va/-vak /-vag/-wak bê şirove dimîne. Sava (mizgînî, peyam) ya tirkî bi ihtimaleka mezin ji eynî rehî ye. Herwiha mirov dikare li hevrehiya peyva sava li gel peyva sebî jî bifikire lê ew jî ne bêguman e.


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver