kesê ku bûyerek dîtiye; guwah *“şahidê roviyî, boçika wî ye”
(navdêr) govan, gewa, kesa/ê ku dîtiye dema tiştek qewimiye yan hatiye kirin û dikare paşî basa wê bike. Herwiha: şahîd. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: شاهد. Bide ber: şehîd. Têkildar: şehade, şehadet. ji: ji erebî شاهد (şahid), hevreha aramî ܣܗܕܐ (sehda: 1. şahid 2. şehîd), têkilî şehîd, şehade, şehadet. Bo têkiliya şahid û şehîd herwiha bide ber yûnaniya kevn μάρτυς (martus: 1. şahid 2. şehîd) ku serekaniya hevwateya peyva şehîd ya bi bi zimanên ewropî ye: inglîzî û fransî martyr, almanî Märtyrer, spanî mártir.. Bikaranîn: Lêker: şahid bûn, şahid kirin. Navdêr: şahidbûn, şahidkirin Rengdêr: şahidbûyî, şahidkirî. jê: şahidî, şahidîtî, şahidtî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.