demjimêr, katjimêr
(navdêr, mê) 60 deqîqe 1/24 ji rojê: Mala me du saetan ji bajarî dûr e. amûra bo zanîn ka çi dem e: Saeta min şkestiye. demek diyar ji rojê: Saet çend e? - Saet bênç e.. Herwiha: seet. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: ساعهت. Hevwate: Tenê bi maneya amûra dempîvanê (bi xeletî carinan bi maneya 60 deqîqe jî: demjimêr, demjimêrk, katjimêr. ji: hevreha soranî ساعهت/سهعهت (saet/seet), farisî ساعت (saet), tirkî saat, ji erebî ساعة (saet), hevreha îbrî שעה (şae), herdu jiarami ܫܥܬܐ/שעתא (şata) ji ܫܥ/שאע (şa: dem, gav, bîsk, kêlîk, bêhn). سات (sat: gav, bîsk, kêlîk ya soranî jî ji eynî rehî ye.Peyva saet ji erebî li hemû dinyaya misilman û gelek milet û welatên cîranên wan jî belav bûye: azerî saat, abxazî асааҭ (asaaţ), gurcî საათი (saati), kirgîzî саат (saat), makedonî саат (saat), oyxurî سائەت (saet), ozbekî soat, qazaxî сағат (sağat), sirbî сат (sat), somalî saacad (saed), swahîlî saa, teterî сәгать (seğet), tirkmenistanî sagat, xirwatî sat.... ji wêjeyê: STRANA MIRINÊ Hawar Piyana jiyana min hêj tijî û dagirtî şikiya Emr û hestiyên min, pê keserên giran heliya.Hêstir û girîn, ax û zarîn, Ji derdê mirinê re, ne tu derman in.Siha mirinê bi ser serê min de tê; Saeta min a dawîn lê dide; Mirinê li nêzîkî min kiriye; Xuya ye; ez ê bibim mêvanê ax û qebrê Ma ez çi bikim? Tiştek li destê min ne maye… An girîn, an stran û dilxweşî.w:Celadet Elî Bedirxan. jê: bêsaet, bêsaetî, bisaet, bi saetan, saetane, saetçêker, saetdar, saetdarî, saetfiroş, saetfiroşgeh, saetfiroşî, saetî, saetsaz, saetsazî, saetsazxane
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.