tûşa ku tav tê de hiltê; şerq
Aliyên erdnîgarî(navdêr, mê) (rojhilat): alê roj jê hiltê, aliyê roj jê radibe, (Rojhilat): aliyê Zemînê yê roj jê hiltê, (Rojhilat): Asya, parzemîna li rojhilata Zemînê, (Rojhilat): Rojhilata Navîn, herêmek e ji Îranê dest pê dike ta digihe Misirê. Herwiha: rohhelat, rohhilat. Hevwate: şerq, xorhelat, xorhilat, xurhelat, xurhilat xwerełat. Dijwate: rojava, xerb. Bide ber: bakur, başûr Zayend: Rojhilat peyveka mê ye ji ber ku ji peyva roj ya nêr hatiye çêkirin. lê di hin nivîsan de mê tê bikaranîn. Du sebebên nêrkirina peyvên rojava/rojhilat yên mê hene: 1) tesîra soranî: ji ber ku di soranî de izafeya bêcins -î wek paşpirtika kurmancî ya nêr e, gelek kes texmîn dikin ku bi kurmancî nêr e. 2) analojî: ji ber ku bakur /başûr nêr in (çunkî ji peyva ba ya nêr hatine çêkirin), tesîra wan li ser nêrkirina rojhilat/rojava yên mê heye.. ji: roj + hilat. jê: Rojhilata Dûr, Rojhilata Navîn, Rojhilata Nêz, rojhilatî, rojhilatnas, rojhilatnasî, rojhilatnavînî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.