1. sewala ku ji bo Xwedê hatiye serjêkirin 2. cangorî *“ker nabe qurban, bihayê kerê dibe qurban”
(navdêr) boraq, gorî kirin tişta/ê têt dan bo xêrkirinê: Beranek ser jê kir û kir qurban bo bavê xwe û da feqîran. kesa/ê yan tişta/ê ziyan gihiştiyê: Gelek kesên bêguneh di vî şerrî de bûne qurban. (Neheqî li wan bûye.), tiştek giring dan bi tiştek ku hê giringtir tê hesibandin: Em dê canê xwe bo Kurdistanê bikin qurban. (Em dê xwe bo Kurdistanê bidin kuştin.), heyran, kesa/ê pirr ji kesekê/î yan tiştekê/î hez dike: Ez qurbana çavên te yên reş bim!. Hevwate: gorî. Bikaranîn: Lêker: kirin qurban, qurban kirin, qurban dan. Navdêr: qurbankirin, qurbandan. ji: ji erebî قربان (qurban), hevreha îbrî קרבן (qorban), aramî ܩܘܪܒܢܐ (qurbana) ji rehê q-r-b- (nêzîk bûn). Ji eynî rehî: eqreba, eqrebe.. jê: cejna qurbanan, qurbanî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.