qorzî kelimesinin kurmancî anlamı

qorzî


gihaneka du xêzên ku rastî hev tên; çivange, goşe *“kevrê giran, kevirê qorziyê ye”
(navdêr, mê) qulaç, kunc, qunc, kuj, kuje, kujî, goşe.
Bide ber: ban, dîwar, kêlek, rex, tenişt.
ji wêjeyê: Rexneyên narewa li vê elfabeyê dibin, ya seyir ew e ku her yek tiştekî li gor xwe dibêje. Jiber vê gerek ji her hêlê ve rastiyên elfabeya Celadet diyar bibin.Armanceke meyî din jî heye; diyar e ku yekgirtina elfabeya kurdî rola kevirê qorziyê di yekgirtina zimanê kurdî de dilîze. Mîr Celadet me hişyar dike: Herwekî me çend caran gotiye; yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya ziman de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divê zana û xwendekarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfebeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin.(Derwêşê Xalib: Elfabeya Celadet û Pîvana Pêwistiya Tîpan, 2007)


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver