stûr *“qalind hetanî zirav dibe, zirav diqete”
(rengdêr) ne tenik, stûr, ne zirav: Ev pirtûk pirr qalind e, zêdeyî 1000 rûpelan tê de hene. Simêlên wî qalind bûn lê niha tiraşîne. Dengê wê wisan qalind e ku dibêjî qey zelam e.. Herwiha: qaling. Bide ber: qelew. Bikaranîn: Lêker: qalind bûn, qalind kirin. Navdêr: qalindbûn, qalindkirin Rengdêr: qalindbûyî, qalindkirî. ji: jitirki kalın, hevreha azerî qalın, tirkmenistanî galyň. Bo zêdebûna dengê D li pey (i)n bide ber mindał (zarrok) ya soranî ji erebî منال (menal) û elind ya kurmancî ji erebî elen.. jê: qalindî, qalindîtî, qalindtî
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.