1. bêfil, kepû 2. nikil, nik
1. kuna bênkirinê (navdêr, nêr) bêvil, difin, lût, kepî, organa bêhnkirinê, parçeya leşî ya li rû ya ku mirov û candarên din bêna xwe tê re dikişînin û berdidin, pê bêhn dikin tiştan û kilmûşî tê re diavêjin. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: پۆز ku-kr: поз. ji: hevreha pehlewî poz, pûz, belûçî î trad (nos), lîtwanî nosis, inglîzî nose, latînî nāsus, fransî nez, almanî Nase, swêdî näsa, sanskrîtî नासिका (nasika-)... Sebebê guherîna n > p di zimanên îranî de nayê zanîn. Peyva poz di gelek devokên kurmancî û herwiha di soranî û farisî de bi maneya organa nefesê ne li kar e.. jê: pozber, pozberan, pozberî , pozbilind , pozbilindahî, pozbilindayî , pozbilindî, pozçanqil, pozê çiyayî , pozfincik , pozheçî, pozhildayî, pozkilmûş, pozkuling, pozlîçik, pozmik, pozrakirin, pozşûjin. Bi zaravayên kurdî: hewramî: kurmancî: poz, difin, bêvil soranî: lût, kepû Kirmaşanî: lüt zazakî: zînce/m, kepuge/m, pirnike/m
simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.