pişt kelimesinin kurmancî anlamı

pişt


[I] 1. dawî 2. dûv 3. aliyê navmilê; qorik *“bavê mirovî, pişta mirovî ye” [II] 1. aliyê ku di nêrîna pêşîn de xuya nabe; aliyê dûr 2. şala navê
(navdêr, mê) aliyê paşî yê leşî ji patikê ta navtengê, hevbera sîngî û zikî lê li aliyê din yê leşî: Duhî zikê min diêşiya, îro pişta min. beşa jorîn ya leşê candarên çarpê (bi taybetî ya dewaran ku mirov dikare lê siwar bibe), dijbera pêşiyê, ji pêşiyê dûr: Yekî ji piştê gazî kir. hevbera kefa destî lê li aliyê din yê destî, aliyê ne giring yan bênaverok: Tiştek li ser pişta wêneyê hatibû nivîsîn. (ne aliyê dîmen lê ye), parçeya kursiyê yan qenepeyê ku mirov dema rûdine ser pişta xwe didiyê: Pişta vê kursiyê şkestî ye. dawî, qepaxa aliyê dawiyê (bi taybetî ya weşanekê, wek pirtûkê): Lîsteya naverokê li pişta pirtûkê ye. qûn, kuna piştê, dengê ku ji bo qewirandina pisîkan dihê derxistin hoker, aliyê ku bi gelemperî berê mirovî ne lê ye: Li pişt xwe zivirrî.Bi alfabeya kurdî-erebî, Kurdî-Erebî: پشتNêzîk, paş.
Dijwate: ber, pêşî, sîng.
Bide ber: pêş.
Bikaranîn: Lêker: pişt dan, pişt girtin. Navdêr: piştdan, piştgirtin.
ji: Ji Proto-hindûewropî por-st-i (pişt) ji per- (ber, pêş) + stā- (rawestan, rawestîn > stûn), hevreha avestayî perştî, pehlewî puşt, farisî پشت (puşt), zazakî paşt, sanskrîtî prşthā, yûnaniya kevn pastas (stûn), latînî postis (stûn > poste)... Proto-hindûewropî: per- (ber, pêş) + stā- (rawestîn, sekinînin) > por-st-i- , Proto-aryayî: Avestayî: perştî- (pişt) Middle Persian: puşt (pişt) Farisî: puşt (pişt) Belûçî: put (pişt) Kurmancî: pişt (pişt) Kurdî (Soranî): pişt (pişt) Zazakî: paştî (pişt) Sanskrîtî: pršthā- (pişt) Yewnanî: pastas (stûn) Latînî: postis (stûn) ... , Çavkanî: Horn p.71, Watkins p.84, Etymonline.
: piştgir, piştgirî, piştevan, piştevanî, piştî, piştpal, piştpalî. Biwêj: •pişta yekî girtin


simurg56 tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver