pisîk kelimesinin kurmancî anlamı

pisîk


cureyekî ajalên malê ye û piranî ji bo ku mişkan bigire tê xwedîkirin
(navdêr)bi giştî zayendmê ye, ajelek e ku dişibe pilingan lê jê biçûktir e û kedî ye û bi dengê miyaw yan mirr bang dike, (zanistî) kitik û ajelên nêzî wan (wek şêr, piling, panter, leopard, jaguar û hwd).
Hevwate: kitik, pisîka malan.
Herwiha: pisik, pisîg, pisîng, pişîk.
Bi alfabeyên din: kurdî-erebî: پسیکBi zimanê zarrokan, pişê, pişo.
ji: Ji dengê onomatopoetîk yê gazîkirina pisîkan: pişo-pişo/piso-piso!. Bi heman awayî di gelek zimanên din de jî hatiye çêkirin: soranî پشیله/pişîle, belûçî پشی (pişî), farisî پیشی (pîşî), azerî û tirkmenî (tirkmenistanî) pişik, çagatayî پیشیک (pîşîk), romanî pisicã....
: pisîkane, pisîkî, pisîknas, pisîknasî, pisîkxane. Navê zanistî: Felis catus. Bi soranî: پشیله (pişîle)Bi Kirmaşanî, pişî


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver