pîroz kelimesinin kurmancî anlamı

pîroz


1.muqedes 2. bimbarek
(rengdêr) xweş, bixêr, xêrdar, bimibarek: Cejna we pîroz be! Newroz pîroz kirin. mibarek, tiberrk, miqedes, qudsî, evra, xwedayî, yezdanî, olî, dînî, ayînî: Qurana pîroz.
Herwiha: pêroz.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: پیرۆز.
Bide ber: fîroz.
Bikaranîn: Lêker: pîroz bûn, pîroz kirin. Navdêr: pîrozbûn, pîrozkirin Rengdêr: pîrozbûyî, pîrozkirî.
ji: hevreha soranî پیرۆز/pîroz, farisî پیروز (pîrûz: serfiraz, serketî), pehlewî pêroz (serfiraz, serketî), hemû ji îraniya kevn peîtî (bi, pê) + reoçeh- (ronahî, roj). Anku pîroz dibe bi-ronahî. Ev jî ji baweriyên gelên arî û herwiha baweriyeke navneteweyî jî tê ku ronahî sembola başî û qenciyê ye û tarîtî jî remza xirabiyê ye. loma pîrozbi-ronahîronbaş/qenc.Di kurmancî de jî eslen maneya bingehîn ya peyva pîroz xweş, biserketî, serfiraz e, wek di hevoka Sala nû li we pîroz be yan Newroza we pîroz be!. Di van peyvan de ew maneya miqedes nade. Pîroz di frazên wek Qurana pîroz de bi maneya miqedes bikaranîna sekunder e anku tenê bi berfirehbûna maneyê (semantic expansion) ew wate girtiye..
: pîrozbahî, pîrozbayî, pîrozgeh, pîrozî, pîrozker, pîrozname


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver