mû, pûrt
(navdêr) mûyên bi serê mirovan ve: pirça dirêj û delal, pirça reş, pirça sor, pirça zer, pirça spî, pirç şe kirin, pirç şane kirin, pirç kurr kirin (kurt kirin), pirç tiraşîn, pirç weşîn/werîn, pirç dirêj bûn, pirç hatin, mûyên li serê hin ajelan: pirça hespî, pûrt, mû. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: پرچ. Hevwate: porr Zayend: Pirç li hin deveran mê û li hinan jî nêr e.. Têkildar: bisk, cênîk, kezî. Bide ber: rî, simêlBinere. Herwiha: dersok, egale , kefî , kevînk , laçik, serpoş. ji: hevreha pehlewî vers, avestayî verise-, sogdî vrs, farisî گرس (gurs) ji Proto-hindûewropî uel- (porr, pirç, pûrt ku hemû ji heman rehî ne). Herwiha hevreha peyva bi heman maneyê di gelek zimanên slavî de: rusî волос (volos: pirç, porr), polonî: włos, çekî û slovakî vlas, slovenî las. Hirî ya kurmancî jî her ji eynî rehî ye û wisa hevreha wool ya inglîzî û gelek peyvên bi heman maneyên yên zimanên hindûewropî ye. Bo zêdetir agahiyan, binere: hirî.Çavkanî: Pokorny, peyva uel-
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.