pîr kelimesinin kurmancî anlamı

pîr


[I] 1. temendirêj 2. extiyar 3. kal *“kevn e û pîr e, ji gotinan re bîr e” [II] 1. pispor 2. serwext 3. sergihayî
(rengdêr) êxtiyar, salmend, êdî ne genc, mirov û candarên din yên temenê anku jiyê wan mezin e, fêkî yan sewzeyên taze bûna wan nemaye, demê xwarina wan biserketiye, binere qert , qenc, welî, ewliya, salih(navdêr) serok, rêber, mezin (bi taybetî yên elewî û êzidiyan): pîrên êzidiyan(navdêr, mê) dapîr, dapîrik, hilik, himalk, himîçk, hopik, hoçik, mak.
Bi alfabeyên din: kurdî-erebî: پیر.
Bide ber: kevn .Binêre.
Herwiha: bîr, pir.
Bikaranîn: Lêker, pîr bûn, pîr kirin. Navdêr: pîrbûn, pîrkirin Rengdêr: pîrbûyî, pîrkirî.
ji: Ji Proto-hindûewropî pel- (gewr), hevreha پیر (pîr) ya farisî û soranî, pêr ya pehlewî, powruşe- ya avestayî, sanskrîtî पलित (pelîte: gewr), rusî пелёсый (pelyêsiy), πολιός (polyos: gewr), latînî palleō, pullus, pallidus, albanî plak, inglîzî fallow... Bo têkiliya maneyê di navbera pîrî û serokatiya dînî de, bide ber peyvên şêx û keşîş ku eslê wan jî maneya pîr ya bi wateya temenmezin didin..
: bapîr, dapîr, pîratî, pîrî, pîrîtî, pîrtî.
ji wêjeyê: Mebîne pîr û kal im, tim dinalim, Di cengê de şepal im, pir xeroş im.w:Cegerxwîn


simurg56 tarafindan 2016-04-21 11:13 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver