pêdivî kelimesinin kurmancî anlamı

pêdivî


1. pêwistî 2. lazimî
(rengdêr) tişta ku divê bêt kirin yan hebe, Ma pêdivî ye ez jî bêm? , Pêdivî bû me hê hingê zanîba ku ew derewan dike.(navdêr, mê) pêdivîtî, pêwîstî: Pêdiviya me bi wan heye..
Herwiha: pêdvî, pêtivî, pêtvî.
Hevwate: pêwîst, gerek, lazim, hewce.
ji: pê (bi wê/wî) + diviya (vîn). Pêtvî eslen pê-divî ye lê ji ber di devoka behdînî de - ku ev peyv lê li kar e - di- bi pirranî wek t yan it tê gotin (ez dikimez-it-kim), pêdivî jî bûye pê-t-vî. Divî jî kurtkirina di-viya ye anku pê-viyayî.Di soranî de jî heman peyv wek pêwîst heye ku ji pê (bi wê) + wîst (ku rehê dema borî ji lêkera wîstin e ku maneya xwestin yan vîn, viyan ya kurmancî dide).Seyr û sosret e ku çima di herdu zaravayan de jî bi rengdêrê re forma dema borî (di kurmancî de boriya berdewam di-viya û di soranî de boriya sade wîst) hatiye bikaranîn û ne partîsîpa borî wek hezkirî, hebandî, bijandî, evandî, viyayî, xwestî. Eger partîsîpa dema borî hatibûya bikaranîn, ew peyv ê wiha bûna: pêviyayî û pêwîstû.Bi heman awayî xweştivî ya kurmancî û xoşewîst ya soranî jî hatine çêkirin..
Bikaranîn: Lêker: pêdivî bûn, pêdivî kirin. Navdêr: pêdivîbûn, pêdivîkirin Rengdêr: pêdivîbûyî, pêdivîkirî.
: pêdivîtî
hewcetî


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver