nû kelimesinin kurmancî anlamı


teze, ne kevn *“nû hatin, kevn hilatin”
(rengdêr) teze, cedîd, ne kevn, tişta/ê ku ne ji mêj ve çêbûye yan hatiye çêkirin, bikarneînayî, tişta/ê hê nehatiye bikaranîn yan tenê kêm hatiye bikaranîn, tişta/ê cihê tiştek berî xwe digire: Fermanên nû ji generalê wê hatin. destpêk, li destpêka tiştekî/ê: Ez ê serê sala nû bêm te bibînim. tişta/ê ne ji mêj ve hatiye dîtin yan hayjêbûn: Parîs ji min re nû bû. ya/yê ne ji mêj ve bûye tiştek: du xwendekarên nû li zankoyê, guherrî, ya/yê wek xwe nemaye: Bûye mirovek nû..
Herwiha: new-, nev-, nuh, nûh, nwê (soranî), nwî (behdînanî), nî (behdînanî), nûv.
Dijwate: kevn.
Hevwate: hecer, modern, terr, teze.
Bikaranîn: Lêker: nû bûn, nû kirin. Navdêr: nûbûn, nûkirin Rengdêr: nûbûyî, nûkirîBerhevdan, nûtir, nûtirîn.
ji: Proto-hindûewropî néwos, néwyos- (nû), Proto-aryayî: Avar: nave- (nû) Pehlewî: nevek (nû) Farisî: nû (nû) Belûçî: nûk (nû) ... Kurmancî: nû, nûv, nuh, nwî (nû) Kurdî (Soranî): nwê (nû) Zazakî: newe (nû) Sanskrîtî: nāva- (nû) Yewnanî: newos (nû) Latînî: novus (nû) Almanî: neu (nû) Înglîzî: new (nû) ... , Çavkanî: Horn p.234, Watkins p.58, Etymonline Pokorny: 769 Bi hind û ewropî newos, avestayî neve, bi inglîzî new, bi sanskrît neveh, bi zazaki newe..
: nipînû, nûçe, nûjen, nûjenî, nûjenxwaz, nûjenxwazî, nûxwaz, nûxwazî, nûyandin, nûyandî, nûyîn, nûyîtî, venûyandin, venûyîn. Bi soranî: nwê


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver