nîv kelimesinin kurmancî anlamı

nîv


1. ji du parçeyan parçeyek 2. ji du paran parek *“rev, nîvê mêraniyê ye”
(rengdêr) (navdêr, nêr) 50, 1/2, pişkek ji du pişkan, parek ji du paran, beşek ji du beşan, ger mirov tiştekê/î bike du parçeyên hindî hev, yek ji wan parçeyan: nîv euro (50 sent), nîv seet (30 deqe), nîv kîlo (500 kîlogram), nîv perdaq av (perdaqa ku parek jê dagirtî û para din vala), destpêk û dawî hindî hev jê dûr: Em li nîvê rêya xwe bûn. (Rêya me bi qasî ku em çûbûn ew qas jî hê mabû.), nîvê şevê, nîvro, herdu rex bi qasî hev jê dûr: Tîr bi nîva hedefê ket. ne bi temamî: Karê xwe bi nîvî dikin..
Herwiha: nêv.
Bi zaravayên kurdî: kurmancî: nîv soranî: nîw, Kurdiya başûr: nîm hewramî: nîm zazakî: nême.
ji: Proto-aryayî: ney-me- (nîv) Avestayî: neême- (nîv) Pûnjabî: nîm (nîv) Farisî: nîm (nîv) Kurmancî: nîv (nîv) Kurmancî: nîw (nîv) Hewramî: nîm (nîv) Zazakî: nîm (nîv)...Sanskrîtî: nême- (nîv) Çavkanî: Horn p.239, MacKenzie P.125 Pokorny: nîne Agadarî: Ne ji rehekî proto-hindûewropî ye..
Bikaranîn: Rengdêr: nîvgirtî.
: nîva, nîvçe, nîvco, nîve, nîvek, nîvro, nîvroj, nîvşev, nîvûnor


simurg56 tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver