1. irq, regez 2. zayend 3. netewe
serenav, nêr, navek zilaman e
(navdêr, mê) regez, irq, komek mezin ya mirovan ya ku rengê wan mîna hev e lê ji rengê komên din cuda ye: nijadê spî, nijadê reş, milet, gel, netewe: kurdnijad (kesa/ê ji miletê kurd) , binemal, malbat: Ehmedînijad (ji binemala Ehmediyan). Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: نژاد. Herwiha: nejad nîjad. Bide ber: ejdad nesl nifş. Binêre Herwiha: necat. ji: Belkî bi metatezê jinad > nijad ji Proto-hindûewropî ǵénh₁os (nijad) ku herwiha serekaniya जनस् (cenes) ya sanskrîtî, γένος (gênos) ya yûnanî û genus ya latînî ye. Cins ya kurdî bi rêya erebî جنس (cins) ji yûnanî γένος (gênos) e. Genus ya latînî maka genre ya fransî û gender ya inglîzî ye jî.. jê: nijadî nijadperist nijadperistî
simurg56 tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.