1. dengên ahengdar 2. dengên mûsîqayî
(navdêr, mê) awaz, melodî, selîqe, beste, arya, dengê muzîk û stranan. Bide ber: çewa, dewa, hewa, rewa, zewa. ji: jiari, hevreha farisî نوا (neva), pehlewî nipek, avestayî nivek- ji ni- (jêr > binere niştin) + vek-, veç- (gotin > binere awaz) ji Proto-hindûewropî wekʷ- (gotin). Bikaranîn: Lêker: newa kirin. Navdêr: newakirin Rengdêr: newakirî. jê: newayî. ji wêjeyê: newaya mutrib û çengê fîxan avête xerçengê Were saqî heta kengê neşûyîn dil ji vê jengê
simurg56 tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.