mizgîn kelimesinin kurmancî anlamı

mizgîn


xeber û bûyera kêfxweşî û dilgeşiyê
(navdêr, mê) mizgîn: nûçeya xweş, peyama dilxweşker, xebera bixêr, Mizgîn: Incîl, Peymana Nû, Eqda Nû, pirtûka pîroz ya fileyan, Mizgîn: navek e hem bo keçan û hem jî bo kurran.
ji wêjeyê: Her kesê guhdarê Mewlûda Nebî Dergehê mizgîniyan dê lê vebî w:Mela Hisênê Bateyî.
Herwiha: mizgînî.
Hevwate: mijde, mujdeBi Zaravayên Din, Kurdî (Soranî): mizgênî, Kurdiya başûr: mizganî.
ji: Proto-hindûewropî: mizdho- (miz, destmiz, muçe, biha, destheq, meaş) + paşgira -gîn, Proto-aryayî: Avestayî: mijde (mizgîn) Farisiya Kevin: mizd (muçe, mizgîn) , sogdî: mizd (muçe, mizgîn) Farisî: mizd (muçe, mizgîn) Osetî: mizd (mizgîn) ... ir Kurmancî: mizgîn, mizgînî (mizgîn) Kurdî (Soranî): mijde (mizgîn) Hewramî: mize (mizgîn) Zazakî: mijdan (mizgîn) Sanskrîtî: mīdhā (xelat, heq, biha) Yewnanî: misthos (muçe, mizgîn) Almanî: Miete (kirê) Înglîzî: meed (hêjayî) ... , Çavkanî: Horn p.219, Fortson p.60, Watkins p.56, MacKenzie P.133 Pokorny: 746Hevreh: muçe.
Bikaranîn: Lêker: mizgîn dan. Navdêr: mizgîndan.
: mizgînber, mizgînberî, mizgînder, mizgînderî, mizgîngihîn, mizgîngihînî, mizgîngir, mizgîngirî, mizgînhinêr, mizgînhinêrî, mizgînşîn, mizgînşînî, mizgînwergir, mizgînwergirî


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver