miz kelimesinin kurmancî anlamı

miz


[I] mişe [II] tahmxweş (tahma tirş û şirîn têkilhev)
1. meaş, destheq (navdêr, nêr) maf, tişta/ê qanûnên dewletekê yan jî rêbazên navneteweyî rê didin ku bêt kirin, nirx, biha, qîmet, giranî, destheq, meaş, diravê anku pareyê kesekê/î maf heye wergire ji ber ku xizmetek ji kesekê/î re kiriye.
Hevwate: 0 Li gel wate 1: maf, miz.
Bikaranîn: Lêker: miz bi dest xistin, miz binpê kirin, miz bûn, miz dan, miz hebûn, miz kirin, miz standin, miz wergirtin, miz (ê kesekê/î) xwarin, ji miz (ê tiştekê/î) derketin Navdêr, mê: mizbidestxistin, mizbinpêkirin, mizbûn, mizdan, mizhebûn, mizkirin, jimizderketin, miz standin, miz wergirtin, mizxwarin.
ji: hevreha farisî مزد (mozd), jiari, bide ber muçe.
: bêmiz, bêmizî, bimiz, bimizî, mizbidestxistî, mizdar, mizdarî, mizdest, mizdestî, mizî, mzker, mizkerî, mizkirî, jimizderketî, jimizderkev, jimizderkevî, mizstîn, mizstînî, mizwergir, mizwergirî, mizxwarî, mizxwer, mizxwerî 2. meyxweş, tirşeşîrîn (rengdêr) meyxweş, tirşeşîrîn, tişta/ê ku hem tirş e û hem jî şirîn e: Pirteqal û kîwî miz in..
Bide ber: mîz.
Bikaranîn: Lêker: miz bûn, miz kirin. Navdêr: mizbûn, mizkirin Rengdêr: mizbûyî, mizkirî.
ji: hevreha farisî مزه (mezê), pehlewî mizeg, jiari. Heman peyv wek meze (xwarinên biçûk) ji zimanên îranî ketiye gelek zimanên ewropî jî..
: mizî, mizîtî, miztî


simurg56 tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver