mih kelimesinin kurmancî anlamı

mih


peza mê, hevsera berên *“ne ji fesadan be, gur û mih dê bi hev re biçêrin”
(navdêr, mê) ajalek çarpî ye bi hirî ye û tê dotin, mirova/ê sernerm.
Herwiha: mî, mîh. Cûnên bizin û mihan, hoş, poş: bizna têkde reş û guhboz. hemis, himbis: bizna reşa navçav û alekên wê gîxên spî yan sorekî vekirî pêde hatîn û binzik û dehmen spî yan sor. hemdanî: cûnekî pezîye: cûne pezekî guhdirêj û guhpan û hirîkurt û dûngşor e. , çûrr, çûr:cûne bizneka hûr û têrşîr û mûxelek e, mûyê wê merez e, şel û şepik jê diêne çêkirin. çal: bizna hemû leşê wê reş, tenê enîya wê pinîyeka spî lê.. kerîs, kurrîs: miha guhên wê qut û kurtik. kewîs, kewîsar, kewîser: miha leşê wê spî û navçav zîwanî pinîyên reş yan sor lê û guhên wê boz. Gelek cûn jê hene, riser: riser:miha rengê navçavan di navbera reş û qehweyî de yan bi ser reşekî xwelîkî ve.. tebeş: Miha navçav û ser û guh pêk ve reng xwelîkî..
Têkildar: beran, berx, berindir, beyindir, pez, sewal, tewalBinere.
Herwiha: bizin, nêrî, kar, terş, terş û tewalBi zaravayên din, soranî: merr, feylî: mye, hewramî: mê, zazakî: mî, meşna, lekî: mê.
ji: Proto-hindûewropî: moiso- (mih; meşk) , Proto-aryayî: maiša- (mih) Avestayî: maeša- (mih) Middle Persian: meš (mih) Farisî: meš (mih) Belûçî: meš (mih) ... ir Kurdî: mī (mih) Hewramî: miş (mih) Zazakî: meşna (mih) Kurdî (Soranî): merr Sanskrîtî: mešá (mih) Rûsî: mex (çerm) Latvîanî: maiss (çante) Lîtvanî: maišas (çante) ...Çavkanî: Horn p.226, MacKenzie P.122 Pokorny: 447


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver