berên daran; fêkî
(navdêr, mê) fêkî, fêqî, berhemên şirîn yê riwekan yên mirov dikarin bixwin(wek sêv, pirteqal, xox, mijmij, moz, nektarîn, hilûk, kîwî, zebeş, gundor). Bi alfabeyên din: kurdî-erebî: مێوه. Herwiha: mêywe, meywe. Bide ber: mêwBinere. Herwiha: keske, sebze. Bi zaravayên kurdî: kurmancî: mêwe, soranî: mîwe, Kurdiya başûr: mîwe, hewramî: mêwe, zazakî: meywe. ji: hevreha meywe ya zazakî, mîwe ya soranî û میوه (mîve) ya farisî, mêvek ya pehlewî û miẍdê- ya sogdî, hemû jiari. Wek meyve ketiye tirkî jî.. jê: bêmêwe, bêmêwehî, bêmêwetî, bêmêweyî, bimêwe, bimêwehî, bimêwetî, bimêweyî, darmêwe, mêweçin, mêweçinî, mêweçîn, mêweçînî, mêwedar, mêwedarî, mêwedarîtî, mêwedartî, mêweder, mêwederî, mêwederîtî, mêwedertî, mêwedêr, mêwedêrî, mêwedêrîtî, mêwedêrtî
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.