kul û nexweşî
(navdêr, mê) nesaxî, nexweşî, êş, derd, elem, kul, keder, keser. Herwiha: mered. Bide ber: melez, merêz. Têkildar: merîz. ji wêjeyê: Welhasil, Kubizek dibêje ku keçika cihû guh li Hitler nedikir û evîna wî bê bersiv hişt. Piştre têkiliya wan ji hev qut bûn û ev ji Hitler re bû derd û merezek xedar.jêrderk. ji: ji erebî مرض (mereḍ), hevreha aramî ܡܪܥܐ (mera), akadî meraṣu. Peyva erebî ketiye gelek zimanên din jî: bo nimûne farisî û urdûyî مرض (merez), tirkî maraz, hindî मरज़ (maraz), swahîlî maradhi. Tevî nêzîkiya dengê xwe jî, ji aliyê etîmolojiyê ve ew ne hevrehên peyva ewropî ne: bo nimûne fransî malade, îtalî malattia, katalanî malaltia û hwd. ku ji latînî mal habitus in.. jê: merezî
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.