1. mirovê nêr 2. wêrek *“axa jin û mêran, ji hev e”
(navdêr, nêr) zelam, mirovên nêr (bi taybetî yên mezin), hevserê jinekê, şûyê jinekê: Mêrê wê pîr e.(rengdêr) camêr, xweşmêr, wêrek, gernas, egîd, qehreman: Ew mêrek bi sed mêran e.. Bide ber: nêr. Bikaranîn: Lêker: mêr xwestin, mêr kirin, mêr bûn. Navdêr: mêrxwestin, mêrkirin, mêrbûn Rengdêr: mêrkirî. ji: Têkilî peyva mirov û mirin, Proto-hindûewropî: mer- (mirin) > mer-to (mirov) + teuk- (malbat, binemal), Sogdî: marta-tauxma- , Middle Persian: mertum (mirov), Farisî: merdom (mirov), Zazakî: merdim, Hewramî: merdim, Kurmancî: mirov, meriv, mêr. jê: bêmêr, bêmêrî, bêmêrîtî, bimêr, bimêrî, bimêrîtî, mêrane, mêranî, mêratî, mêrik
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.