pisporî û pîşekarî
(navdêr, mê) mahirbûn, jêhatîbûn, jêhatin, bikêrhatin, cerbezî, karzanî, hostetî. Herwiha: maharet, miharet. ji wêjeyê: Ez, ko nivîskarê van rûpelan im, navê min Şerefê kurê Şemseddîn e. Çavê min li meziniya Xwedê ye û ez hêvîdar im ko alîkarê min be û min di vê dinyayê de serfiraz bike û ji asteng û giriyên wê dinyaya din jî rizgar bike. Di kemilîna ciwanî û gulvedan û ajardana bihara jiyana xwe de, piştî ko min destê xwe yê rast û destê çepê nas kir, min di xwendewariyê de hêz û taqet bi dest xist û ez bi hezaran milên zanistiya zahirî û batinî hîn bûm. Çi tiştên ji bo dîn û dinyaya min pêwîst e, min ji her tiştî gelek zanîbû û bi sererastî û meharetî ketim ser kar û barên dîwanê û wê çaxê heta niha hemî bi hêz û mecalên xwe ve ez bi xwendina serpêhatî û dîrokan mijûl im.(Şerefxanê Bedlîsî: Şerefname, 1605, wergerra Ziya Avci, Avesta 2007). ji: Ji erebî
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.