mamoste kelimesinin kurmancî anlamı

mamoste


1. seyda, fêrker, muelim 2. di karekî de pispor; ustad *“diya baş, ji hezar mamosteyî çêtir e”
(navdêr) fêrker, hînker, perwerdeker, lala, dersder, waneder, ilimder, mielim, (mecazî) hêja, rêzdar, birêz, bihagiran, bihadar, hejî, jêhatî, berketî, seyda, efindî.
Herwiha: mamhosta, mamhoste, mamosta, mamwesta, mamweste, mamwista, mamwiste, mamhusta, mamhuste, mamusta, mamuste, mamista, mamiste, mamhista, mamhiste, mamwusta, mamwusteZayendî Eger bi min be, em ê bi temamî dev ji peyva mamoste/mamosta berdin û li cihê wê fêrker, hînker bi kar bînin yan jî em ê li peyva mielim ya bi sedan salan li kar vegerin. Ji ber ku mamoste maneya mamê/apê hoste/hosta dide û ti têkili...ya xwe ya yekser li gel fêrkirin û hînkirinê nîne.Lê eger em bixwazin peyva mamoste/mamosta bi kar bînin, ew dikare hem ji zelaman û hem jî ji jinan re were bikaranîn. Di gelek peyvên bi gelek zimanan de peyva mêr/zelam heye lê ew êdî ne tenê maneya zelaman/mêran lê ya her kesa/ê ku wî karî dike dide.Bo nimûne, di inglîzî de birêveberê saziyekê yan civînekê wek chairman tê binavkirin ku maneya wê peyvê yekser mêrê/zelamê kursiyê ye. Bêguman ne ti jin û ne jî ti mêr zelamê kursiyê ye lê dîsa jî ew peyv heye, li kar e û kes nabêje çima wisa hatiye çêkirin. Van salan ji yên jin re carinan chairwoman (jina kursiyê) jî tê gotin û herwiha ji jin û mêrên birêveber herduyan re jî tenê chair (kursî) jî tê gotin lê dîsa jî chairman cihê xwe girtiye. Gelek peyvên din jî yên inglîzî, ku tê de raman zelam/mêr heye lê dikarin ji jinan re jî werin bikaranîn..
ji: mam + oste.
: mamostetî mamosteyê dîrokê mamosteyê matematîkê mamosteyê muzîkê mamosteyê wêjeyê mamosteyê wênesaziyê.
ji wêjeyê: Zarok tim vê pirsê ji me dikin: Mamoste em hînê kurdî bin, emê bibin çi? Ma em dikarin bibin mamoste, bibin endezyar, doktor, parêzer, û hwd? Bi rastî em nikarin bersiveke têr û peyitandinê bidin zarokan, ji ber ku di vê pêvajoyê de bi kurdî nikarin bibine tu tişt. Em tenê dibêjin; Divê em zimanê xwe bîr nekin! (Fêrgîn Melîk Aykoç) jêder


xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver