kesê ku çavên wî nabînin; nebîna *ji çavê kor, ronahî nayê xwestin
1. kesa/ê tiştan nabîne (rengdêr) (navdêr) kesa/ê ku qet yan baş bi çavên xwe dinyayê nabîne. Herwiha: kore, kûr (bi k-ya nerm), kwîr. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: کۆر. Hevwate: hafiz, hitim, nabîna, nebîna. Bide ber: kerr, lal. Bikaranîn: Lêker: kor bûn, kor kirin. Navdêr: korbûn, korkirin Rengdêr: korbûyî, korkirî. ji: jiari, hevreha soranî کوێر (kwêr), belûçî کور (kor), farisî کور (kûr), pehlewî kûr. Kör ya tirkî, کور (kûr) ya urdûyî, քոռ (kor) ya ermenî, kor ya azerî, кьорав (korav) ya bulgarî, ћорав (çorav) ya sirbî-xirwatî û chior ya romanî ji zimanên îranî hatine wergirtin.. jê: çavkor, çavkorî, famkor, famkorî, korane, koratî, koretî, korî, korîtî, kortî. Bi soranî: kwêr
xendekî tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.