kevir kelimesinin kurmancî anlamı

kevir


1. ber 2. zinar 3. lat *kevir, bi kêvir dibe dîwar
(navdêr, nêr) ber, kuç, teht, tat, helan, ferş, berd(rengdêr) (mecazî) gelek req.
Herwiha: kevr-.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: که‌ڤر.
Bide ber: kevl, kevn, kepir, xilik.
Têkildar: şijik, hestem, kevizgal.
ji: hevreha zazakî kemer (di kurmancî de m ya îranî bi pirranî dibe v), jiari. Ihtimal heye ku ji Proto-hindûewropî h₂éḱmō (kevir) û wisa hevreha rusî камень (kamêni: kevir, ber), yûnaniya kevn ακμή (gupik, serê tehtan yan gir(ik)an û ἄκμων (sindan), inglîzî hammer (çakûç), kurdî esman... K-ya Proto-hindûewropî di zimanên îranî de bi gelemperî dibe s lê ne diyar e ka çima di peyva kevir de wek xwe maye. Lê ne tenê di kurdî de lê herwiha di zimanên baltî de jî du peyvên ji hev cuda bi maneyên ji hev ferq ji eynî rehî peyda bûne ku yek jê maneya kevir dide, yan din jî ya devê amûrên birrok: latviyayî akmens (kevir) û asmens (devê amûrên birrok) û lîtwanî akmuo (kevir) û ašmenys (devê amûrên birrok).
Bikaranîn: Di hin devokan de kevir maneya hemû beran/sengan/kuçan didin lê di hinan de kevir tenê wateya berên gir (wek teht, helan, ferş) dide û yên hûrik ber in ku hevreha berd ya soranî ye..
: kevirî, kevirînBi Zazakî, taş: kemere (m), kerra (m), sî (m); kuçe (m), bere (m), xirxe (m), bir bölümü toprağa gömülü olan büyük taş: luh (n), kerraya erdî (m), büyük taş: hîme (m), iki tarafı düz ve geniş olup kaldırılabilir büyüklükte olan taş: sale (m), taş yığını: qûça kemeran (m), qûça kerrayan (m), qûça sîyan (m), üzeri düz olan büyük ve geniş taş: tehte (m)


simurg56 tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver