1. alava tîravêtinê, qews 2. xwar 3. tewiyayî
(navdêr, nêr) amûrek e ku tîr pê têt avêtin: tîr û kevan, jî, darikek ku amûrên muzîkê yên têldar pê tên jenîn, aso, ufuq, cihê ku mirov dibêje qey erd û esman lê digihin hev, amûreke hirî û pembo pê dihê ristîn. Herwiha: kivan. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: کهڤان. Bide ber: kemanBinere. Herwiha: kevanî , kevlan. ji: hevreha soranî û kelhûrî کهوان/kewan, zazakî kima û keman, farisî کمان (keman: kevan), lûrî kemo, kemon, yûnaniya kevn καμάρα (kamara: kevan, tewandî, çemandî - binere qemere), hemû ji Proto-hindûewropî kem- (çemandî, tewandî) ku herwiha serekaniya çemandin/çemîn, tewandin/tewîn, çewt/çeft yên kurdî û خميدن (xemîden: çemîn, tewîn) ya farisî ye jî.. jê: kevançêker, kevançêkerî, kevançî, kevançîtî, kevanî , kevanjen, kevanjenî, kevansaz, kevansazî
simurg56 tarafindan 2016-04-12 19:33 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.