Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 4 peyam

    sîsîfos

    1. di mîtolojiya yewnanî de navê qralekî ye.. sîsîfos ji ber ku raza zeusî lê anîbû der û li xelkê belav kiribû ji aliyê zeus û qralên din ve hatibû cezakirin.. li gorî vî cezayî sîsîfos divê heta hetayê li cîhana binerdê kevirekî mezin bibe û bigindirîne heta serê kimtê girekî bilind.. dema ev kevirê mezin digihe serê kimtê girê bilind ji destê sîsîfosî difiştiqe û dixişike xwar û sîsîsfos çarneçar dîsa vedigere cihê xwe yê berê û kevirê mezin dîsa û dîsan gêr dike û dibe heta serê kimtê girê bilind.. ev ceza û mehkûmiyeta sîsîsfosî heta hetayê berdewam e.. ji ber hindê di îngîlîzî de ji bo karên beredayî û angarya û hemalî sisyphean tê gotin..



    2013.07.10-13:51 | endazer


    ebû

    1. peyveke erebî ye. tê wateya "bavê ..."

    weke mînak ger ku zilamek kurê xwe hebe bi navê osman, navê zilêm jî dibe ebû osman. yanî bavê osman.

    carinan kurdên sûrî li mala me dibûn mêvan û wan ji bavê min re digotin "bavê oxir" me jî fêm nedikir û kena me dihat. lê paşê em hînbûn ku ev taybetmendiyeke çanda erebî ye ku derbasî çanda kurdî jî bûye. gotina bavê teyar jî ji vir tê..

    her wiha (bnr: ebî)



    2014.12.13-00:14 | oxir


    emre sertkaya

    1. Xortekî xwedî sewtek xweş e. Ji Batmanê ye , Kurd e. Sala çûnî di pêşbirka " O Ses Turkiye " yê de bûbû yekemîn. Ji ber nîjada wî gelek Kurd piştgirî dan (ne ez ).Lê ew bi vîdeoyek xulamtiya xwe , evîna xwe ya Tirkan ya yek alî kifş kir. Here lînkê Ha me re vê videoyê parvekiriye ha me re gulleyek li bera eniya xwe daye. Gulle çêtir e bi ya min.



    2016.07.25-05:03 | biaqila malê


    kurdî fikirîn û tirkî gotin

    2. çewtiyên ku piranî li herama êlihê tê kirin in .

    --Bazenleri canım çok sıkılıyor ( carinan bêhna min pir teng dibe )

    --Günahım geliyor ( gûnhê min jê re tê )

    --geliyorsun yoksa yok ? (tu tê an na ? )

    -- nerdesin ? ) dolmuşun uzerindeyim (tu li ku yî ? ) ez li ser dolmîşê me)

    -- imanım gidiyor (îmana min diçe )



    2013.07.31-13:47 | brusk56


    încîla kurdî

    4. Gava dinê di înternetê de hate rastê min, di google booksê de heye. Bi standarta kurmancîya k'urdêd welatêd kafkazê hatiye nivîsandin.

    Weşanger: Înstîtûta werger'andina k'itêba pîroz Moskva 2011

    Min hinek jê xwend Bi devoka kafkaz û serhedê ye, zimanê wê sivik û resen e, anegorî gundiyekî qet ji gundê xwe derneketî, nexwendî dikare jê fehm bike. Yanî hûn ê herin yekî extiyar a gundiyekî welatên Serhedê bîna Mûş, agirê, îdirê re bixwînin we rehet fahm dike.

    Di pêşgotina kitêbê jî dinivîse Ji bo kurdên kafkazê re hatiye nivîsandin. Wan salên dawî bi taybetî ji bo kurdên Êzdî re fealiyetên mîsyonerî zêde bûye.

    Mebesta wan siyasî û asîmîlasyona Kurdan nebe bi ya min her kes misilman, xristiyan, şahidên yehowa dikare weaza dînên xwe bike ... Lêbelê misilman, xristiyan dînên xwe piranî boyî siyasî, desthilatdariya xwe bi kar tînin... Ne ji bo heqîqetê.

    Ha ji aliyekî din jî, misilman ji vê încîla bi kurdî hanê bixwînin belkî rûyê wan hinekî sor dibe, şerm bikin ji ber Rêzgirtina zimanê kurdî ya xristiyanan... Piraniya Kurdan misilman in û misilmanên derdora wan ji wan re zilm û zordarî dikin û behsa biratî, edaletê hwd. dikin ka lê binêrin...

    (bnr: jw.org)
    (bnr: şahidên yehowa)

    Mizgînî Peymana Nû (încîl)
    Înstîtûta werger'andina k'itêba pîroz Moskva 2011

    Here lînkê



    2017.12.27-20:48 [guhertin:2017.12.27 20:51]| mîr


    kovara wêje û rexne

    33. dirêjbuna gotaran hinekî sebrê dixwaze lê dibêjin xwediyê sebrê dibe melîkê misrê. hin serkeftîtire. profesyoneltir dixwiye ev hejmar. belkî herkes nikaribe her gotarê bixwêne lê ev cure kovar jî ji zimanê kurdî re lazim in. gotara herî serkeftî bi qasî min xwendin, ya haşim ahmedzade ye.



    2014.05.22-00:06 | dara


    metin û kemal kahraman

    1. stranbêjên kurd in ku stranên dimilî û tirkî distirin.

    berî her tiştî vê bêjim û dewam bikim: belkî stranên ji yên wan xweştir zehf bin, lê li tirkiyê tu kes (kurd an jî tirk) heta niha nekariye mûzîkên bi qasê yên wan xweş çêbikin. hûn gotinên stranên wan jê bibin û guhdar bikin stran ji bedewiya xwe tu tişt wenda nakin, mûzîkên wan ewqas xweş in.



    metîn kahraman û kemal kahraman birayê hev in. di sala 1990an de vê komê ava kirine. ji dêrsîmê ne. heta niha 6 albûmên wan derketine;

    - deniz koydum adını (1994)

    - renklerde yaşamak (1995)

    - yaşlılar dersim türküleri söylüyor (1997)

    - ferfecîr (1999)

    - sürela (2000)

    - meyman (2002)

    - Çeverê hazaru / Binler Kapısı (2006)

    - saê moru (Şahmaran - Bir Aşk ve Ölümsüzlük Masalı) (2010)

    - oğul (2013)



    metin kahraman her wiha yek avakerên grup yorum bû. kemal ji beşa edebiyat û zimanê tirkî xwendiye lê paşê dev jê berdaye û derbasî beşa felsefeyê ya odtüyê bûye. metîn jî beşa radyo û televîzyonê xwendiye.

    Piştî Kemal Kahraman ji bo perwerdehiyê diçe almanyayê Metîn Kahraman jî diçe wir û herdu bira xebatên xwe yên muzîkê bi awayeke profesyonel di studyoyên alman didomînin.



    ez bawer im strana wan ya herî navdar deniz koydum adını ye. min albûma wan ya bi navê ferfecîr ewqas guhdar kiribû ku min êdî ji ber kiribû. yek ji stranên wan yên bandorker yapma ye ku behsa leşkerên tirko yên ku guhên gerîlayan berhev dikin, dike. dilê mirov diperitîne.



    bi qasê zanim demekê ji ber ku derbarê wî de qerara hepsê hebû, kemal demek dirêj neçar mabû ku li derveyî welêt bimîne.



    2014.02.15-17:27 | simurg56


    kurdî fikirîn û tirkî gotin

    36. xwedê,xêra we mezin bike;allah iyiliğinizi büyütsün.



    2014.01.16-10:26 | gulan


    nivîskarên ku divê nenivîsin

    1. ew kes in yên ku du tiştan ergatîv, tewangû masîû kêzikan ji hev dernaxin tenê sewa ku li malê bi dayika xwe re du gotinan bi kurdî diaxivin û çend gotinên kal û pîran dizanin ji xwe re radibin û di rêya nasan re an jî bi pereyan pirtûkan didin çapkirin. kêşe ne ev tenê ye, wek nivîskar li ser me dihesibin û xwendevanan ji xwendin û wêjeya kurdî sar dikin.

    Qûna xwe ji erdê rakin û hinekî li ser ziman û rêzimanê bixebitin

    Di şûna ewqas xwendina ji pirtûkên serdestan de hinekî hewl bidin ku wêjeya kurdî ya klasîk bixwînin.

    ez niha navan nabêjin bila tirşikvan navan bibêjin ez ê dûre gelekan bihetikînin.

    Tirşikvano eger tu bifikirî ku tê dilê hin kesan bihêle nenivîse, armanca tirşikê ew e ku mirov hemû çêjan biçêje lew binivîse ku em bi pêş ve biçin

    (bnr: tirşikvanê naxwazin dilê mirovan bihêlin)



    2014.05.28-17:46 | dijber


    kovara zarema

    28. pirs û bersivê ku di kovarê de li ser tirşikê hatine belavkirin;



    1.Tirşik çi wextî ji teref kê/kiyan ve hat damezrandin.



    1. malpera tirsik.net di meha hezîrana sala 2013an de, weke malpereke girêdayî wergerine.com û turkcekurtcesozluk.comê hat vekirin.





    2.Herkes dikare di tirşikê de binivîse



    2. herkesê ku bixwaze û dikare bi kurdî binivîse, dikare bibe endamê tirşikê. piştî bûna endamê tirşikê pêwist e nivîskariya we ji aliyê moderasyona tirşikê were aktîfkirin, piştî hingî endamê nû-nivîskar bi ya dilê xwe dikare mijarên nû veke an di bin mijarên heyî de di nav peyamekî de fikra xwe bêje.



    3.tu dikarî statîstîkê tirşikê bidî.



    3. îstatîstîkên heta dawiya meha sibata 2014an wisa ye: hejmara peyaman: 25.720, hejmara mijaran 7.127, hejmara nivîskarên qeydbûyî: 954 e.



    4.Yê herî zêde peyam nivisî ye kî ye



    4. ya rast li ber destê min lîsteyeke birêkûpêk nîne ku ez yeko yeko bihijmêrim lê dikarim çend nivîskarên ku bi zêdebûna peyamên xwe yên di tirşikê de balê dikişînin bêjim; @endazer 3800 peyam, @simurg56 3300 peyam, @brusk56 1500 peyam, @ceso 1000 peyam, @elegez 700 peyam, @cinorek 600 peyam, @nan û av 600 peyam, @mamoste 400 peyam, @mazlumozdogan 400 peyam, @nazim tolhildan 400 peyam fîlan..



    5.Eleqa nivîskar rewşenbîrên kurdan bi tirşikê re heye, çawa ne.



    5. erê di tirşikê de çend nivîskar û rewşenbîrên kurd ên berniyas hene û bi navên cuda dinivîsin lê ji ber ku di tirşikê de zemîn û atmosfereke bêserûber ya serbestiya derbirîna fikrî û rexneyan heye, û ji ber ku civaka kurd -xwende û nivîsendeyên kurd jî tê de- civakeke girtî ye û her rexneyekî wekê reşkirin an rabezînekî li hemberî heyîna xwe dibîne, di nav nivîskar û rewşenbîrên kurd de biheqî hêj belav nebûye, yanî erê xebera pirraniya wan jê heye lê ji ber ûşt û egerên muxtelîf xwe jê dûr vedidin. an jî bi navên ku em nizanin, tê de dinivîsin û em nizanin.



    6.Hûn ji tirşikê çi hêvi dikin.



    6. berî her tiştî em dixwazin ji rojeva serdestan û ji ajandaya mêtingeran wêdetir rojev û ajandayeke bi kurdî û kurdistanî çêkin, û herwiha em dixwazin databankekî bi kurdî ya berfireh ku tê de ji şîrê şêr bigire heta formûla çêkirina kurdistaneke serbixwe, ji bêje û biwêj û zargotin û metnên kurdî yên li ber metirsiya nemanê bigire heta rê û rêbaza perçekirina dendika atomê, ji pozîsyonên seksê yên di nav civaka kurdî de bigire heta klîşeyên helbest û stranên kurdî, behsa her tişteka li ser rûyê erdê bike, û herwiha em dixwazin bi pişkdariya kurdên ji her beşeka kurdistanê û ji ji her zarava û devokeka kurdî, devok û zaravayên kurdî biçekî din nêzî hev bibin, zimanê kurdî biçekî dî ber bi standartbûnê ve biçe, neteweya kurdî biçekî din qalib bigire û hişmendiya kurdistanê biçekî dî li nav reh û demarên kurdan bigere. bi kurt û Kurmancî em dikarin bibêjin ku armanca tirşikê ew e ku li ser înternetê derbarê her tiştî de agahî û şîroveyên kurdî werin berhevkirin û arşîvkirin û bi vî awayî dema kurdek bikeve înternetê bikare her tiştî bi kurdî peyda bike.



    7.Problemên we hene hebin çi ne.



    7. erê çawa?! mezintirîn pirsgirêka me, em dikin nakin nikarin xwe bigihînin kîtleya xwe ya potansiyel, tevî hemû hewldanên me, heta niha teqrîben 1000 (bi nivîsê, hezar) nivîskarên tirşikê çêbûne û ji nîvî zêdetir ê van nivîskaran hêj destê xwe qene li peyvekî jî negerandine, yanî bi jargona tirşikê qet netirşikandine, ez naxwazim tu kesî deşîfre bikim û bidim şermê lê em dibînin heta êvarî li ser mecrayên din ên sosyal medyayê kêf û seyranê dikin, lê dema tu ji wan dipirsî tu çima di tirşikê de nanivîsî, xwe didin paş perdeya hêncet û mahneyên wek, wextê min nîne, ez bi xwe re nabînim, ez ji sîstema tirşikê fêhm nakim, ez bi kurdiya xwe ne bawer im, ez vêga diçim kursa zimanê kurdî hema çawa ez serwextê zimên bûm ez ê binivîsim, kuliya zimanê min xwariye, ''okiyam ama yazamiyem'' mozqirtikê bi zimanê min ve daye, tirşik bûye cihê reşkirin û rexnelêgirtina destkeftinên kurdan, destê min lê nagire ku ez di tirşikê de binivîsim, ji ber ku ne min tirşik vekiriye û ji ber ku di tirşikê de tu payeyek neketiye ser milê min ez ez xwe lê nakim xweyî û tê de nanivîsim, filan.. hêj berdestnebûna versiyona mobîl ya malpera tirşikê jî yek ji pirsgirêkên me yên mezin e ku dilê gelek bikarhênerên me yên xwedî smartfon ji tirşikê dihêle..



    8.Tirşik di medya kurdî de cih girtiye?



    8. li ser înternetê di gelek malperan de nûçeya tirşikê derket, lê di malper û rojnameyên ku me hêvî ji wan dikir û pirraniya kîtleya potansiyel ya tirşikê jî xwendevanê xwezayî yê wan e, nûçeya tirşikê di ser guhê xwe re avêjt, herwiha li ser sosyal medyayê jî çend kes û komên kurd ên popûler ku bi hêviyên mezin me ji bo tirşikê hawara xwe gihande wan, qene berê xwe jî bi me ve nekirin.



    (amedekar; mihemed şarman, kovara zaremayê, hejmarar yekê)



    2014.06.06-00:32 | endazer


    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    pîrozkirina cejna xidir nebî li moskovayê [1]
    Cejna Xidir Nebî ya sala 2019an 16ê Sibatê hat pîroz kirin. kerem bi...
    strana ehmed beg [1]
    Strana ku min ji gelek kesan guhdar kirî ye. Carna navê stranê wek &q...
    strana ehmed beg [1]
    Weke çû çem jî te zanin. 1. Dengê êzidxan (youtube: J2vKXhu...
    ji bo bûna nivîskarê tirşikê divê şert çi bin [1]
    divê egoya xwe û pêdiviyên xwe yên cinsî ji derve têr û tetmîn bike û ...
    radyoyên amedê [1]
    Mixabin pir ne baş in. Bajarek ku di dilê me de paytaxta me ye, em nik...
    belki ev jî bala te bikişînin

    Kategoriyên mijarê::

    sitemap
    reklamokên beredayî