492
2014.12.07 17:43
Hey guliyên êgir! Hey destanbêjên ko wê êvarê xewnên dayika min bi ewrên dûmanhilgirên gunehbariyê dişûştin û berbiskên evînê bi bîna cegerdar a çilmisîna kulîlkên bejî dixemilandin! Bo çi hûn destên ji beybûnan ên van giyandaran hînî xatirxwestinê û goristanên sawdar hînî heyvên poşman ên reşgirêdanê dikin? Bo çi hûn baskên şevê yên ji xwelî û dîlokan, yên ji perenga bêrîkirinê, bi ser matmayîn û sergerdeniya me de vedigirin?