88
2014.12.07 12:59
Koleksiyona Dest, ku armanca wê belavkirin û hêsanîkirina xwendina kurdî ye û ji tekstên avangard / pêşeng pêk tê, bi yekem pexşana kurdî / soranî (1925) dest pê dike: Di xew de… Di nav kulturek ku nazmên wê yên modern, bi giştî li ser şiyarkirina millet in, dibe ku paradoksek be ku di yekem nesra wê de behsa xewê bê kirin. Lê ne ev tenê ye. Tarîxa modern a kurdan heta vêga, hê jî di riya çêkirina desthilateke kurdewarî de derbas bû. Û yek ji van hewldanên herî girîng tevgera Şêx Mehmûd e. Cemîl Saîb, berê tîrên xwe dide ‘desthilata kurd‘, piştî 80 salî emê bibînin bê kî bi heq e: ‘serkirde‘ an zana, serok an nivîskar?
1. yekemîn çîroka ku bi zaravayê soranî de hatîye nivîsandin. çîroka di xew de (le xewma) ya cemîl saîb e. |
|
2. Yanî kesê ku di xew re çûye. Kesê ku ji jiyana aktîf derbasî jiyana pasîf bûye. An jî mirov dikare vê komepeyvê ji bo kesê ku di xefletê de ne û hişê wan ne li serê wan be dikare bi kar bîne. |
|
3. romana ku rexneyan li desthilatiya Şêx Mehmûd berzencî û li çend tiştên din dike ye. wergêrê wê yê wergerandiye kurmancî ziya avci ye. |
|