129
2021.05.01 17:41
Di çarçoveya Pirtûka Pîroz (Tewrat, Zebûr, Încîl) de, halîhazir li ser Medan çend xebat hene. Ji derveyî Pirtûka Pîroz jî em rastî hinek lêkolînan tên. Her çiqas ev xebat ji hêla nivîskar û dîrokzanên sekûler ve hatibin nivîsandin jî, kesên ku xebatên wiha kirine; ne mimkûn e ku xwe ji ayetên Pirtûka Pîroz dabin alî û ji wan sûd wernegirtibin. Pirtûka Pîroz; ji metneke olî zêdetir, ji ber ku behsa serpêhatiyên dîrokî yên serdema xwe jî dike, pirtûk ango kitêbeke dîrokî ye jî. Li seranserê dinyayê xwediya taybetmendiya kitêbeke arkeolojîk e ku ji serdemên berê ve maye û gava bi hemû berhemên bingehîn re tê qiyaskirin, tê dîtin ku herî zêde bûye parşomen, ji ber hatiye zêdekirin û bi awayeke nivîskî herî zêde ye.