128
2020.12.06 21:07
Meselên di vê kitêbê de pêşî ji zarokeke bi navê Alice Liddel re hatin gotin. Vebêjê wan tenê ji bo ku sebra vê keçikê bîne ev serpêhatî ji ber xwe ve derdixistin, û dû re bi xêz û nivîs ew diyariyî wê kirin. Lê qismetê me jî tê de hebû, dawiyê ev çîrok bûn kitêb (1865) û pêşî li nav zarokên Îngilîstanê dawiyê jî li nav ê dinyayê belav bûn. Di sersala sedî (1932) a nivîskarê wê de êdî bûbû yek ji kitêbên herî pirr hatî xwendin ên cîhanê. Lê tenê sebra zarokan neanîbû, tenê xeyalên wan nerengandibû, evê kitêba piçûkan herweha karîgerî li berhemên mezin ên nivîskarê mezin jî kiribû—hemin ku hemû dahî (kesên bilîmet) jî wek zarokan difikirin, ev peywendî ne tiştekî anormal e. Meseleyên ziman, meseleyên vegotin û têgihiştinê, keftûleftên bêdawî ên afirandinê jî di nav serpêhatiyên ecêb ên Aliceê de vediguherin lîstikan. Nebêjin me bi zarotî nexwend û çû, zewq û wateyên ku em ji van çîrokan bigirin
1. pirtûkeka ku bi wergêrîya nivîskarê ciwan û qeşeng ciwanmerd kulek ji weşanên avestayê derketîye bi têra xwe fantastîk e û ji îngilîzî hatîye wergerandin bo kurmancî. (bnr: alice's adventures in wonderland) pirtûkeka klasîk a zarokan (xeyalî/fantastîk) bi kurmancî be û ji dezgeha ciwanmerd kulekî derketîbe ma ez dê çawa xwe bigirim. teqez ez dê yekê bi dest xim û bixwînim. weşanên avesta bi rastî berhemên baş çap dike. |
|
2. Pirtûka ku min xwest li tirşikê zêde bikim lê ji ber ku min di sernavê de peyvek kêm nivîsî, mecbûr mam dîsa bar bikim. Bila haya moderatoran jê hebe. |
|