111
2020.02.29 21:22
Mehînê bi hêsanî hefsar ji destê wî distand û mîna stêrîla ku birije, wê xwe bi ser milê asmanên fireh de xwar dikir û dûr diçû. Ferzend û mehîne goristanên bêhejmar li dû xwe dihiştin, serdemên malwêraniyan ji bîr dikirin, bi hev re diçûn warê jînê, roj û şevên evînê. Ferzend kavil û demên xwînxwaran û bêhna mirinê li paş xwe dihişt. Di wan şevên dirêj de, wî qesir di serê xwe de xweştir dikir, rengareng dikir, bûkekê dixemiland, bi destê wê digirt, dibir bal xwe û ew li kêleka xwe, li ser ciyan dirêj dikir. Ew dibû Ferhadê evîndar, ji Şîrîna xwe re qesrek berz ji daxwaziyan saz dikir, ew dibû Mem û bi agirê nava xwe şevên hovîtiyê dikirin rojên hêviyê û govendên rindiyê. Paşê, wî xwe berdida hundirê wê û xwe di dalan û eywanên pir de bi kêfxweşiya mest û aşiqan winda dikir.