68
2019.01.05 22:48
pirtûk ji 8 çîrokan pêk tê. di her çîrokekî de darek/nebatek heye ku şahîdên bûyerên li kurdistanê ne ku li gorî vê şahîdîya xwe, ji me re behsa me dikin.
1. welatê daran anku cihê ku dar bi komikê lê dimînin.. wekê dî di kurdî de ji bo cihên ku dar bi komikî lê dimîn gelek peyv û bêjeyên din yên wekê; kelem, gem, mêşe, darûbar, darûber, darên, talan, birr, dehl, dehil, devî, bêşe, cengel, rêl, ırman, orman, ça, çiya, darisan, bax, lêrr, lêrrewar, jingil, cenêl, qorî, aqar, bîşî, hemî jî têne bikar anîn.. |
|
2. çi eleqa wê heye nizanim, lê, mijara ku, kilama koma denge azadî ya bi navê "ez te baş nasdikim" tîne bîra min e. dibe ku, di kilamê de hevokeke wek "tu darî ez daristanim" heye, ji ber vê yekê hatîye bîra min* |
|
3. pirtûka mihemed ronahî ye ku ji hêşt çîrokên sembolîk pêk tê. |
|
4. carina di şûna dibistanê de jî tê bkaranîn.. |
|
5. "... Rûkenê hê peyva xwe neqedandîbû êşeke ecêb xwe ji kezeba wê berra qirika wê da. Êşeka bê pênas bû ev. Te digot qey kezeba wê dê niha biqelişe. Rûniştibû dema diaxivî bi dara behîvê re. Lê nikarîbû li ser xwe bisekine. Bi devûrû ket erdê û deng jê nehat. |
|
6. pirtûka mihemed ronahî ye ku tem û çêjek bê hampa daye min. beriya ku ez bixwînim antîpatiyek min li hember mihemed ronahî hebû lê piştî xwenndina vê pirtûka serkeftî min nêrîna xwe guherand. hele çîroka li ser jinek pêşmerge ya di dema mele mistefa berzanî de ez giriyam. yekem car bû ku ez bi xwendina pirtûkek digiriyam. |
|
7. bêdengî û bêyom. bi tena serê xwe - her çiqas "kom" be jî- gerdûneke ye ku ne li esmana mirov lê li ser axan ava bûye. her li ku be kesayeta daristanê ev e. him giran û qelebalix e û him jî valahiyek e ku mirov li horta wê tenê ye mîna pitikê ji dê nû za bûye. zor e. |
|
8. ya ku pirtûka mihemed ronahî ye, ji 8 çîrokan pêk tê: spîndar, mişmiş, sinc, çinar, behîv, darhejîrok, guldar, darmasî.
her darek di serdemeke kurdistanê de bûye şahîdê bûyerên wê demê. ji xeynî 2-3 heban, bûyerên civakî bingehîn. dar carina di ber xwe de diaxivin carina jî bi mirovan re. şêweyek cûda ye û xweş e jî. lê şûna ku mesele di çîrokekî 3-4 rûpelî de rasterast bikeve nava bûyerên bobelat de, li dora wê bigeriya wê xweştir bûya. hinek çîrok wisa ne lê ne hemû.
di vîdeoyê de behsa zêde polîtîkbûna çîrokan tê kirin. wer xuya ye ömer faruk baran gilî kiriye û nivîskar jî xwe diparêze. lê omer rast dibêje:
vîdyoyê veke
|
|