150
2017.06.15 00:43
Ev roman, çîroka Azadê sêwî yê amûdî ye ku wî piştî pêkutiyên dewleteke despot berê xwe daye elmanyayê û li wir li kampekê bûye penaber. Azad, bi wergirtina mafê rûniştinê re, wekî kar ji xwe re wergêriyê hildibijêre. Bi baweriya wî, wergêrî pirek ava dike di navbera du însanan de. Lê azad ne wergêrê insanên halxweş e. Wekî wî bi sedan însan koçber bûne û li perekî elmanyayê rastî nexweşiyên derûnî hatine. Veguheztina derd û kulên mezin ên van însanan ji bo derûnînas û rêveberên dewletê, her car hinekî din ji azad re dibe xem û barekî giran. Lê bi xêra vî karî em hem dibin şahîdê êşên koçberiyê, serpêhatiyên lehengên balkêş, trawmayên welatekî parçebûyî û hem jî ji nêz ve em çîroka razên evîneke kevn nas dikin. Bi sehne û rewşên realîst re 99 morîkên belavbûyî hem romaneke panaromîk e û hem jî bi teferûatên hûr çîroka karakterekî hûmanîst e. Çîroksaziya wê jî bi têra xwe bi hostayî hatiye hûnandin.
2. Kîngê Ez biçûk bûm min kiribû. Ne bi qestî bi saşî bû. |
|
3. romana helîm yûsiv e, helîm yûsiv, bi vê romanê cara duduyan e ku kevir li gûzeka xwe dixe. (pishtî auslander beg) zimanê helîm yûsiv wek 99 morîkên belavbûyî ye û tehmsarkî ye di vê romanê de, helîm yûsiv gerek li ser zimanê xwe bifikire ne li ser pesnan. heyf! |
|
4. Helîm yûsivê de averşîyayîş çîn o apeyşîyayîş esto. |
|
5. pirtûkeke Helîm Yûsiv e. '' Morîka ji derveyî tizbîye Roja şazdehê Adarê, ber êvarê, li herêma Nedersaksen a Elmanyayê, kurdekî porspî ku li kolanê dimeşîya, ji paş ve bi destê xortekî bîst û çar salî yê bêjna wî sed û not û pênc sentîmetre bû, hate kuştin. Min ew mirovê kuştî ji dûr ve nas dikir. Wê demê tenê du sal di ser hatina min a Elmanyayê ra derbas bibûn. Ramana avakirina romanekê ji wê rojê ve ye di serê min de dimeye. Ji sala du hezar û yezdehan ve, ji bo debara xwe, min dest bi karê wergerê kir. Di nav xericira jiyana rojane da ew bûyer li cem min bû wekî xewnekê yan jî wekî birîneke kevn û ne ji vê lihevrasthatinê bûya, dibe ku ew birîn bihata jibîrkririn. Tesaduf ew bû ku ez bixwe li nexweşxaneyeke nexweşîyên derûnî bûme wergêrê jineke Kurd. Piştî hevnaskirineke demdirêj wê deftereke bergşîn û kevnik ku bi xeteke xweşik hatibû nivîsandin da destê min. Bi xwendina wê defterê ra qaşilê wê birîna min a kevn ji ser rabû û dîsa êşeke nedîtî di hundirê min da dest pê kir. ev defter rojnivîskên wî mêrê porspî bûn ku wekî min werger dikir û Tê da êşa xwe û ya hemû kesên mîn min vegotibû. Gava min deftera wî xwend, min nizanîbû ka ev behsa xwe dike yan jî behsa min. Ji ber hin sedemên ku tên zanîn, min navên rastî yên di defterê da hemû guherandin û bi zêdekirina çend morîkên din li tizbiya wî, min ew jînûve ristin. Wisa jî min notên wê deftera tevlihev, mîna morîkên wê tizbiyê reş a 99 libî ya di destê wî de, yek bi yek li pey hev jinûve rêz kirin. Têbîniya Nivîskar'' |
|
7. pirtûka helîm yûsiv, a ku ji bo pirtûka yekem bû ku min piştî 2-3 salan xwendiye.
pirtûk xwe dide xwendin. min gelekî jê hez kir. dema mirov pirtûk diqedîne, dibêje qey fîlmek nûjen temaşe kiriye.
nexasim hinek bûyer ên di pirtûk de, xwesteka xwendin û berdawemkirinê zêde dike. ev peyva nexasim jî di pirtûkê de ew qas hatibû emilandin, min jî xwest di şîroveya xwe de teqez cî bidimê *
spoilerê veke
|
|
8. (bnr: 99 navên xwedê) |
|